Parlamenterê AK Partiyê: Eger Herêma Kurdistanê nebe pêvajo naçe serî
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê AK Partiyê Muhammet Mufît Aydin ji Rûdawê re got, “Divê Kurdistan, Tirkiye û Bexda vê meseleyê bi hev re bibin serî. Heke Herêma Kurdistanê di nav meseleyê de nebe mesele safî nabe. Rola Herêma Kurdistanê zehfî zêde ye.”
Di van rojên ku mijar “çekdanîn” e de çav li benda gavên PKK û dewletê yên ji bo çareseriyê ne.
Parlamenterê AK Partiyê yê Bursayê Muhammet Mufît Aydin bû mêhvanê Nûrojê û pirsên Nalîn Hesenê yên li ser mijarê bersivandin.
Mufît Aydin got ku Serokê Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin îro diçe Bexdayê û piştî vegera xwe de bi Numan Kurtulmuş re bicive.
“Ti pirsgirêk nîne”
Mihemed Mufît Aydin eşkere kir ti pirsgirêkek li pêşiya pêvajoyê nîne pêvajo û baş diçe û got:
"Spas ji Xwedê re ti pirsgirêk nîne û Kurdên Tirkiyeyê jî bi vî karî şa ne.
Bi alîkariya Xwedê çekdanîna sembolîk dê were kirin û pişt re komîsyonek dê bê avakirin ku hemû alî, tevî mixalefetê jî tê de cih bigirin û bi hev re li ser maseyekê gotûbêjan bikin."
Wî diyar kir ku Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî ji roja yekem ve çi ji destê wan hatiye ji bo pêvajoyê kirine û da zanîn:
"PKK li Herêma Kurdistanê ye û eger ew (Herêma Kurdistanê) di vê meseleyê de nebe, ev mesele safî nabe.
Pêwîst e Kurdistan, Bexda û Tirkiye jî pêvajoyê bi hev re bibin serî, lewma rola Herêma Kurdistanê di vê pêvajoyê de gelek e û spas ji Xwedê re ku heta niha gelek bi başî berdewam dike."
Mihemed Mufît Aydin amaje bi wê yekê kir ku hikûmetê karê xwe temam kiriye û ji niha û pê ve karê parlamentoyê dest pê dike û anî zimên:
"Piştî vegera Îbrahîm Kalin û civîna wî ya bi Numan Kurtulmuş re dê biryar bê dayîn ka kî bibe nûnerê AK Partiyê di merasîma danîna çekan de.
Îhtimaleke mezin heye ku parlamenterên Kurd ên AK Partiyê beşdar bibin û her wiha Kurdên nav mixalefetê û endamên ji rojavayê Tirkiyeyê, ango ji Stenbol û Enqereyê jî dê beşdar bibin."
Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ragihand, merasîma ku tê payîn PKK tê de peyama çekdanînê bide dê bi awayekî zindî neyê weşandin û beşdariya rojnamegeran jî hatiye sînordarkirin.
Li gorî agahiyên ku hatine ji Rûdawê re aliyê Tirkiyeyê xwestiye ku merasîma çekdanînê zindî neyê weşandin.