Bahçelî li ser dema çekdanînê axivî

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê MHPyê Devlet Bahçelî diyar kir ku meseleya çekdanîna PKKyê û radestkirina çekan êdî tenê meseleya demê ye.

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî, di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de derbarê rojevê û dema çekdanîna PKKyê axivî.

Bahçelî amaje bi pêşhatên dawî yên pêvajoya çareseriyê kir û got:

“Yek ji pirsgirêkên herî giran û wekî barê li ser milên me ku ji pêşerojê maye teror e.

Çekdanîna PKKyê û radestkirina çekan a li bakurê Îraqê di bin çavdêriya MÎTê de êdî tenê meseleya demê ye.

Tirkiye bi dersên ku ji duh wergirtine, di qonaxa derbasbûna paşerojeke aram û ewle de ye.

Ji bo kesên ku ji 'Tirkiyeya bêteror' aciz in ku ji me re bibêjin 'alîkar' û buxtanan li me bikin, ev pîsatî û kirêtiyeke wisa ye ku bi bêedebiyê jî nayê pênasekirin.

Ez dixwazim bi biryardarî diyar bikim ku ew kesên me nas nakin, yên ku berê bi tesadufî ketibûn nav me û îro nikarin li ser Tirkbûnê, welatparêziyê, ne jî neteweperweriya Tirkiyeyê de aqil bidin me û ez dixwazim bibêjim ku rabirdûya wan a siyasî û fikrî têra vê yekê nake.

Her kes bila li karê xwe binêre, dumenên xwe bizivirîne, bila rola pîlingên kartonî jî bilîzin.

Evîna me Tirkiye ye, şerefa endamtiya me neteweya Tirk e û armanca me ya Tirkiyeya bêteror jî dê di sedsala nû de bibe hêza bilindbûna me, aşitî û biratiya me.”

"Serokê dewletê berpirsiyar e ku 'Tirkiyeya bê teror' pêk bîne"

Serokê MHPyê di berdewamiya axaftina xwe de eşkere kir ku ew dê li kêleka Recep Tayyîp Erdogan bin û wiha domand:

“Serokê dewletê berpirsiyar e ku 'Tirkiyeya bê teror' pêk bîne. 'Tirkiyeya bêteror' êdî bûye polîtîkayeke dewletê.

Serokê dewletê berpirsiyar e ku 'Tirkiyeya bêteror' pêk bîne.

Ji ber wê sedemê, em dê her dem li cem û li pişt Birêz Serokkomarê xwe bin. Em dê wî bi tenê nehêlin."

Bahçelî bertekeke tund nîşanî bangên derketina kolanan ên Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel jî da.

Bahçelî bersiveke tund da bangên Ozel ên ji bo kolanan

Serokê MHPyê got, "Eger ev meraqa te ya kolanan te ber bi sûc ve bibe, tu dê Komara Tirkiyeyê li hemberî xwe bibînî."

Serokê MHPyê di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji 12 leşkerên ku di 6ê Tîrmehê de li herêma Operasyona Pence-Kilîdê ji ber "jehrîbûna bi gaza metanê" miribûn xwest. 

Serokê MHPyê amaje bi şewatên daristanan jî kir û bi bîr xist ku şewatên bi taybetî li Îzmîrê ji ber xetên elektrîkê derketine û got, "Bêşermî ye ku mirov şewatên daristanan îstîsmar bike û hewl bide rewşê aloz bike."

Bahçelî bersiveke tund da gotinên Serokê Giştî yê CHPyê yên li ser derketina kolanan û wiha domand:

"Ez dibînim ku te pîvan ji dest daye. Tu dikarî li kolanan bigerî, ne hewce ye ku rewşê aloz bikî, ne hewce ye ku tiştekî biafirînî.

Kes rê li ber te nagire de kerem ke kolan bi kolan bigere em bibînin, em dê bejna te bibînin.

Eger ev meraqa te ya kolanan te ber bi sûc ve bibe, tu dê Komara Tirkiyeyê li hemberî xwe bibînî."

Devlet Bahçelî di dawiya axaftina xwe jî de got, ”Me got berî her tiştî Tirkiye. Cih hat em ji canê xwe derbas bûn lê me ti carî ji armancên xwe, ji welatê xwe û ji prensîbên xwe tawîz neda."

Li aliyê din, Koma Civakên Kurdistanê (KCK) diyar kir ku merasîma çekdanînê dê sibeha roja înê (11ê Tîrmehê) li navçeya Raperînê pêk were.