DMMEyê derbarê Selahattîn Demîrtaş de biryareke nû da
Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryar da ku girtina Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş xwedî armancên siyasî ye û divê Tirkiye 55 hezar Euro qerebû bide.
DMMEyê diyar kir ku agahiyên di dozên ku ji ber Bûyerên Kobaniyê yên 2014an derbarê Demîrtaş de hatibûn vekirin, bi "tohmetên sûc ên cuda" cardin hatine bikaranîn û ev yek manîpulasyoneke siyasî pêk tîne.
DMMEyê her wiha destnîşan kir ku girtin, ji ber ku Dadgeha Destûra Bingehîn çavdêriyeke bibandor pêk neaniye, ev yek binpêkirina mafan e.
Di biryarê de hat gotin, “Tedbîrên ku ji aliyê rayedaran ve hatine girtin, bi awayekî neguncaw hatine hincetkirin û armanca sereke tepisandina pirdengiya siyasî û sînordarkirina nîqaşên demokratîk bûye.”
Li gorî biryarê, Tirkiye dê 35 hezar Euro qerebûya manewî bide Selahattîn Demîrtaş. Her wiha Tirkiye dê 20 hezar Euro mesrefên dadgehê jî bide.
Parêzerê Demîrtaş, Mahsûnî Karaman, hûrgiliyên biryara navborî li ser hesabê xwe yê Xê ji raya giştî re ragihand.
Daxuyaniya nivîskî ya ku li ser navê parêzeran Benan Molu, Mahsûnî Karaman û Ramazan Demîr hat dayîn, wiha ye:
“Ji bo raya giştî;
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), bi biryara xwe ya di doza Selahattîn Demîrtaş dijî Tirkiyeyê (hejmar 4) de ya bi dîroka 8ê Tîrmeha 2025an (îro);
- Madeya 5/4 a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME), ji ber ku Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê serlêdana li ser girtina serlêder de ku di 7ê Çiriya Paşîn a 2019an de hatibû kirin, zêdetirî çar salan e biryar nedaye,
- Mafê azadî û ewlehiyê yê ku di madeya 5/1 a PMMEyê de hatiye diyarkirin, ji ber nebûna gumana maqûl ku serlêder sûc kiriye;
- Mafê biryara bihincet ê ku di madeya 5/3 a PMMEyê de hatiye diyarkirin, ji ber ku girtina serlêder zêdetirî çar salan e bêyî hincetên têkildar û têrker berdewam kiriye, û madeya 5/4 a PMMEyê, ji ber ku destûr nehatiye dayîn ku serlêder û parêzerên wî xwe bigihînin dosyaya lêpirsînê,
- Madeya 18an a PMMEyê ya bi madeya 5/1 re girêdayî, ji ber ku serlêder bi mebestên siyasî ji azadiya xwe bêpar hatiye hiştin,
biryar daye ku hatine binpêkirin.
Aliyê herî girîng ê biryarê ew e ku delîlên ku biryara mehkûmiyetê ya di doza Kobaniyê de li birêz Demîrtaş û hevalên wî hatiye birîn xwe dispêre wan, pûç derxistiye.
Lewra miwekîlên me bi wan delîlan hatine mehkûmkirin ku DMMEyê ji bo girtinê gumana sûc a maqûl tê de nedîtiye.
Dereng be jî, em hêviya xwe diparêzin ku li gorî vê biryarê û biryarên berê yên DMMEyê, miwekîlên me bên berdan û di qonaxên rêyên qanûnî de biryara beraeta wan bê dayîn.
Em careke din bi bîr dixin ku pabendbûna bi van biryaran ne temenî, daxwaz an jî li gorî keyfê ye, lê belê mecbûrî ye.”