Stenbol (Rûdaw) - Li gorî lêkolîneke ku di derbarê 89 bajarên cîhanê de hatiye kirin, Stenbol yek ji wan bajare ku ji tenduristiya mirov cihên herê nebaş in.
Stenbol di nava ‘Bajarên Herî Bi Tendurist ên Cîhanê’ de di dawiya rêzê de cîh digire. Amsterdam jî ew bajare ku ji bo tenduristiya mirov cihê herî goncav e. Du bajarên din ên Tirikye jî di lîsteyê de di rêzên dawiyê de cih digirin.
Ew bajarê ku li cîhanê tekane bajare ku li ser axa du parzemûnan cîh digire û Tirkiye jî pozbilindiya xwe pê dike, di lîsteyeke din a cîhanê de di dawiya rêzê de cîh digire.
Li gorî lêkolîna ku rewşa 89 bajarên cîhanê têde hatiye nirxandin, bajarê Stenbolê di rêza 88an de ye. Li gorî vê raporê Stenbol di 10 xalan de yek ji bajarên herî bê tendurist e. Nebûna şînahiyê û qirêjiya hewayê sedemên sereke ne.
Koordîntora Greenpeace ya Kêşûhewayê Derbarê vê mijarê de Denîz Bayram ji Rûdawê re wiha got: “Heman ew tespîta ku hatiye kirin ji alî me ve jî teqez e. Qirêjiya bajarên ku em lê dijîn rasterast jiyan û tenduristiya xelkê diyar dike. Li gorî rêxistina tenduristiya cîhanê jî Stenbol duyem bajarê herî qirêj e li cîhanê. Polîtîkayên xelet dikin ku em neçarî bajarên qirêjtir bibin. Şînahî nema ye. Çavkaniyên fosîl jî bandorê dikin û her ku diçe rewşa stenbolê xirabtir dibe.”
Li gorî lêkolîna ku ji aliyê Spotahome ve hatiye encamdan, ji 10 bajarên herî bi tendurist ên cîhanê 8 li welatên Ewropayê ne. Rêxistin pîvanên lêkolînê wiha rawe dike: Şînahî, qelîteya tesîsên werzişê, qirêjiya av û hewayê, dirêjahiya temen, obezîte, dengeyê jiyana taybet û bajarvanî. Stenbol di van hemû xalan de bi pileya 3.46 li dawiya lîsteyê ye.
Plansazê Bajarvaniyê Akîf Bûrak Atlar jî wiha axifî: “Dema em li standartên bajarvaniyê dinêrin, cihên şînahî û ên bo xelkê pêwîst gelekî kêm in. Stenbol 15 milyon kes li xwe dihewîne. Krîterên ku bajarekî tendurist bikin li vir nînin. Polîtikayên rojane rewş wiha kirine. Projeyên ku rewşê baş bikin nînin. Divê bi amadekariyên zanistî, plan bêne kirin lê niha tiştekî wisa jî nine.”
Du bajarên din ên Tirkiye, Bûrsa di rêza 72an de û Îzmîr jî di rêza 83an de cîh digire. Li gorî raporê piştî Amsterdamê, Oslo û munîh jî herdû bajarên herî başin di warê jiyaneke tendurist de. Casablanka, Stenbol û Şanghay jî ew hersê bajarin ku hîç ne li gorî jiyaneke bextewar, şadûman û tendurist in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse