Erdogan: Di pêvajoyê de bazar û dan û standin nînin

08-08-2025
RÛDAW
Nîşan Komîsyona Pêvajoyê AK Partî DEM Partî MHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Trafîka siyasî ya pêvajoya çareseriyê li Enqereyê bi hemû leza xwe didome.

Piştî avakirina komîsyonê, ji serokkomar bigire heta wezîran, berpirsên hikûmetê di her derfetê de piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoyê diyar dikin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya “Hevdîtinên Sedsala Tirkiyeyê” ya AK Partiyê de nameyeke taybet ji bo welatiyan nivîsî û tê de got:

“Di xebatên ji bo Tirkiyeyeke bêteror de, cihê ti pêvajoyên bazarî û dan û standinan û gavên ku serxwebûna me bixin metirsiyê nînin û ti carî jî nabin.

Em bi biryar in ku zincîra bi xwîn a ku welatê me ji armancên wê dûr dixe, bi gelê xwe re bişikînin.

Înşallah em dê teqez bigihêjin armanca xwe ya Tirkiye û herêmeke bê teror.”

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş jî di bernameyeke li Parlamentoyê de derbarê armanc û çarçoveya pêvajoyê axivî û got:

“Pêvajoya ku li Parlamentoyê hatiye destpêkirin, bi ti awayî ne pêvajoyeke muzakereyê ye.

Erka wê, nirxandina wê rewşa nû ye ku piştî biryara rêxistina terorê ya xwefesixkirinê derketiye holê.”

DEM Partî bendewariyên xwe yên ji pêvajoyê û komîsyona parlamentoyê tîne ziman û tekezî li ser çareseriyeke bingehîn a pirsgirêka Kurdan dike.

“Barkirina berpirsyariyeke wiha dê neheqiyeke mezin be”

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê anî ziman:

“Me gotibû ku nêzîkbûna li sedemên bingehîn ên pirsgirêkan gelekî bi qîmet e.

Komîsyona parlamentoyê bi tena serê xwe nikare van pirsgirêkan çareser bike û barkirina berpirsyariyeke wiha li komîsyonê jî dê neheqiyeke mezin be.

Pêwîst e em hemû bi hev re, hem wekî siyaset û hem jî wekî civak, van pirsgirêkan çareser bikin.”

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê îro civîna xwe ya duyem saz dike.

Hevdem digel xebatên komîsyonê, partiyên siyasî jî xwe amade dikin ku bi bernameyên cuda dakevin meydanan û ji welatiyan re behsa pêvajoyê bikin.

AK Partî ji 8ê Tebaxê û pê ve li 81 parêzgehan bi bernameya “Hevdîtinên Sedsala Tirkiyeyê” dest bi xebatên xwe yên ji bo pêvajoyê dike.

MHP 9ê Tebaxê ji Erziromê bi dirûşma “Yekîtiya Sed Salî û Biratiya Bêdawî” hevdîtinên xwe dide destpêkirin.

DEM Partî jî ku ev demek e dest bi çalakî û civînan kiriye dê heta 1ê Îlonê ji bo pêvajoyê li qadan be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst