STENBOL - Polîs ket avahiya CHPyê, Gursel Tekîn wekî qeyûm dest bi kar kir

STENBOL - Li Stenbolê, piştî ku kongreya bajêr a Partiya Gel a Komarî (CHP) bi biryara dadgehê hat betalkirin û Gursel Tekîn wekî qeyûm hat tayînkirin, ji şeva 7ê Îlonê ve rewşeke awarte û aloz heye.

Hemû rêyên ku diçin avahiya serokatiya bajêr a CHPyê ji aliyê polîsan ve hatine girtin û di navbera hêzên ewlehiyê û endamên partiyê de rageşî û pevçûnên dijwar rû didin.

Polîs û qeyûm ketin nav avahiyê

Gursel Tekînê ku wekî qeyûm hatibû erkdarkirin, îro di bin parastina tund a polîsan de derbasî avahiya serokatiya bajêr bû.

Tekîn rastî protestoyên endam û alîgirên CHPyê hat lê wî di daxuyaniya xwe de da zanîn ku ew wekî qeyûm nehatiye erkdarkirin û got: “Dadgehê biryarek daye. Kesên ku gilî kirine CHPyî ne, hevalên ku navên me pêşniyar kirine jî CHPyî ne. Em qeyûm nîn in. Qeyûm li Şişlî û Esenyurtê ne.”

Li derdora avahiyê hejmareke zêde ya hêzên polîsan, TOMA û wesayîtên desteserkirinê hatine bicihkirin.

Gelek ciwanên ku hewl dan xwe bigihînin avahiyê, hatin desteserkirin û polîsan bi gaza rondikrêj midaxeleyî girseyê kir.

"Ev xesbkirina îradeyê ye"

Welatî û endamên CHPyê bertekên tund nîşanî midaxeleya polîsan û tayînkirina qeyûm da.

Endama CHPyê Deniz Aygulerê jî rewş wiha anî zimên: “Ez ji vê rewşê gelek hestiyar bûm. Lewra ev xesbkirina îradeya gel e.

Ev neheqî û nedadwerî ye, nayê qebûlkirin. Ev rewş pêşeroja me hemûyan eleqedar dike û derbeyek li demokrasiyê ye.”

Endamê CHPyê Bilal Demir jî got, “Em li vir, li Tirkiyeyê têkoşîna demokrasiyê didin. Ev têkoşîn di ser CHP û qeyûman re ye. Ev têkoşîn ji bo paşeroja demokratîk a Tirkiyeyê ye.”

DEM Partî: Desthilat dixwaze Kurdan û CHPyê bîne hemberî hev

Partî û tevgerên çepgir jî ji bo piştgiriyê li ber avahiya CHPyê amade bûn. DEM Partiyê bi çend parlamenter û berpirsên xwe piştgirî da CHPyê.

Endamê Meclîsa Şaredariya Stenbolê yê DEM Partiyê Cabbar Bariş, bûyer wekî hewldaneke desthilatê nirxand û got: “Bi van operasyonan desthilat dixwaze pêvajoyê provoke bike û CHPyê ji ser maseyê dûr bixe.

Bi vî awayî dixwazin CHP û Kurdan bînin hemberî hev. Ev dek û dolabek mezin e.

Eger desthilat durist be û bixwaze Pirsgirêka Kurdan bi rêyên demokratîk çareser bike, derfeteke mezin di dest de heye.”

CHPyê navenda xwe veguhast, walîtiyê qedexe ragihand

Piştî ku Gursel Tekîn ket avahiyê, CHPyê biryar da ku avahiya xwe ya Rêxistina Stenbolê bi awayekî sembolîk bigire û navenda xwe ya nû wekî Rêxistina Navçeya Bahçelîevlerê destnîşan kir.

Her wiha hat ragihandin ku kongreya bajêr dê di 24ê Îlonê de were lidarxistin.

Li aliyê din, Walîtiya Stenbolê li 6 navçeyan (Beşîktaş, Beyoglu, Eyupsultan, Kagithane, Sariyer û Şîşlî) ji 7ê Îlonê heta şeva 10ê Îlonê her cure çalakî, meş û daxuyaniyên çapemeniyê qedexe kir.