Balyozê Almanyayê û DEM Partî civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Almanyayê yê Enqereyê Jurgen Schulz li navenda DEM Partiyê bi hevserokên wê partiyê re hevdîtin kir.

Balyozê Almanya Jurgen Schulz û şandeya pê re li Enqereyê çû serdana navenda DEM Partiyê.

Hevberdevkê Komîsyona Pêwendiyên Derve yê DEM Partiyê Berdan Ozturk Schulz û şandeya pê re pêşwazî kirin.

Jurgen Schulz bi hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan re civiya.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de pêşveçûnên rojane û giştî yên herêmê hatine gotûbêjkirin.