Bahçelî: Xwediyê Komara Tirkiyeyê miletê Tirk e
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî amaje bi pêvajoya çareseriyê kir û got, ew wekî MHPyê bi biryar in ku rê li ber şerê birakujiyê bigirin lê nîqaşkirina li ser rêgezên damezrandina Komarê "xiyanet e".
Bahçelî her wiha got, “Xwediyê Komara Tirkiyeyê miletê Tirk e.”
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçeli îro di salvegera 57emîn a damezrandina partiya xwe de li ser mijarên di rojevê de axivî.
Devlet Bahçelî di axavtina xwe de bal kişand ser rêgezên damezrandina Komara Tirkiyeyê û got, hewldana hilweşandina Komarê bi piştspartina cudahiyên etnîkî xiyanet e û xwediyê Komara Tirkiyeyê miletê Tirk e.
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî wiha got:
"Her şêweyê têgihiştina neteweperestiya nijadperest a ku xwe dispêre girêdana xwînê û koka malbatî, ji neteweperestiya Tirk re biyanî û dijber e.
Neteweperestiya Tirk, bîrdoziyeke komker û yekparêz e ku her kesê bi girêdana hevwelatiyê ve bi dewleta Tirk ve girêdayî ye wekî wekhev û bira dibîne û her cudakarî û derveyîhiştinê red dike.
Em wekî MHPyê di rêgirtina li ber şerê birakujiyê de rijd in.
Eger bedelek hebe, em amade ne bidin. Bi ezmûna 57 salan û dewlemendiya ramanê ez her kesî hişyar dikim, vekirina nîqaşê ya li ser avahî û prensîbên damezrandina Komarê, hewldana hilweşandina van bi piştspartina cudahiyên koka etnîkî, bi hewldana li dijî hebûna dewletê re yek e. Navê vê jî xiyanet e.”