21emîn Meşa Şevê ya Femînîst li gel qedexeyan hat lidarxistin
Stenbol (Rûdaw) - Li Stenbolê Meşa Şevê ya Femînîst a ji bo pîrozkirina 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, ji aliyê Qeymeqamtiya navçeya Beyogluyê ve hat qedexekirin.
Meşa jinan bi hinceta ku dê aştî û aramiya civakê jinav biçe û wê li ser ewlehiya netewî ya Tirkiyê metirsî çeke hate qedexekirin. Meydana Taksîmê û cadeya Îstiklalê ji aliyê hejmarek zêde polîs û bariyeran ve hat dorpêçkirin. Ji loma jî bi hezaran jin li qada Cîhangîrê lihev civiyan û çalakiya xwe lidar xistin.
Jinan sloganên, “hikûmet îstîfa”, “jin, jiyan, azadî”, “peymana Stenbolê vedijîne”, “em îtaet nakin”, “dewleta kujer dê hisab bide” hildan.
Di dawiya çalakiyê de jin bi Kurdî û Tirkî daxuyanî dan. Polîs car caran midaxele li jinan kir û piştî daxuyanîyê dema jin belav dibûn gaza rondikavêj avêt ser jinan û hejmarek jin desteser kirin.
Parêzêrên jin, li dijî polîsên ku destûr nedan jin derbasî nav qadê bibin zabitname nivîsandin. Dê sazî û rêxistinên jinan pişt re derbarê berpirs û rêveberên polîsan de gilî tomar bikin.
Tevî hemû qedexe, astengî û midaxeleyan jî jinên li Stenbolê daketin qad û meydanan û dirûşmên xwe hildan.
Parêzer û Mafnas Meriç Eyupoglu got: “Beriya 21 salan, dema me di serî de Meşa Şevê a Femînîst saz kir em 10 jin tunebûn. Lê niha em bi hezaran jin li qadan in. Desthilata siyasî dema biryar da ku ew ji hereketa jinan û femînîstan ditirse; dest bi midaxeleya hemû çalakiyên jinan û LGBT+’yan kir. Lê ne desteserkirin, qedexekirin, rawestandina seferên metroyan; ev 21 sal in nebû asteng ku jin dernekevin qadan. Jin her derketin qadan û wê derkevin qadan.”
Aktîvîsta mafên jinan Gokçe jî got: “Daxwazeke me ya taybet tune ye. Em jî wek her kesî mirov in û kesayetên serbixwe ne. Hewceyî bi tu wesfeke taybet jî tune ye. Hewceyî bi astengkirinan tune ye.”
Nivîskar û Aktîvîsta mafên jinan Mine Sogtut jî dibêje: “Piraniya me hêvî dike ku êdî ev bibe çalakiya dawî ku tê qedexekirin. Ji loma jî îro rojekê bi qîmet û girîng e.”
Aktîvîsta mafên jinan Xwende jî got: “Divê wekî mêran mafên me jî hebin. Divê jin azad bibin.”