Berdevkê AK Partiyê: Kesê ji bo parastinê bangî Îsraîlê bike dijminê Kurdan e
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk got, “Kesê ji bo parastina Kurdan bangî Îsraîlê bike dijminê Kurdan e.”
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk îro li Şaxa AK Partiyê ya Edeneyê derbarê rojevê axivî.
Omer Çelîk li ser êrişên li dijî Elewiyên li Sûriyeyê got, “Li Sûriyeyê li gorî mezheban siyaset nayê kirin û ew siyaseta biratiyê dimeşînin.”
“Helwesta Sûriyeyê ya parastina sivîlan girîng e”
Çelîk piştî şerê li herêmên Laziqiye û Tertusê banga parastina navneteweyî ya ji bo hinek kom û pêkhateyan wekî "provakasyon"ê bi nav kir û got:
“Helbet em ji ber wendahiyên sivîlan gelekî xemgîn in. Em helwesta rêveberiya Sûriyeyê ya ji bo parastina sivîlan girîng dibînin.
Eger kesek ji bo parastina Kurdan bang li Îsraîlê bike, ew kes dijminê Kurdan e.
Eger kesek ji bo parastina Elewiyan dibêje ez dê bangî Îsraîlê bikim, ew kes dijminê Elewiyan e.
Ev di heman demê de dijmintiya Şiî û Sunî û Nusayriyan e. Dijmintiya Kurd, Tirk û Ereban e.
Diyalog di navbera rêveberiya Sûriye û Tirkiyeyê li ser van prensîban pêk tê.
Ya girîng ne nasnameya terorîst e, ya girîng çalakiya terorîstî ya ku dike.
Dibe ku terorîst ji mezheb an ji neteweyeke cuda be lê ev provakasyoneke dijiminane ya li dijî hemû mezheb û neteweyên li wê derê ye.”