Li Antalyayê 14 koçber mirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li peravên navçeya Demreyê ya parêzgeha Antalyayê ya Tirkiyeyê belema koçberên neyasayî û keştiyeke asayîşa peravan li hev qelibîn, di encamê de 14 koçber mirin.
Parêzgarê Antalyayê Hulusî Şahîn ragihand ku tîmên asayîşa peravan derdora demjimêr 06:00an belema koçberên Efxanistanî dîtiye.
Hulusî Şahîn destnîşan kir ku belemê guh nedaye hişyariya "raweste" û xwestiye bireve.
Bi gotina Şahîn belema koçberan di dema reva bi lez de jî li keştiya asayîşa peravan qelibiye.
Şahîn da zanîn ku di dema bûyerê de hin koçber ketine deryayê û got:
"Termên 14 kesên ku ketine deryayê û canê xwe ji dest dane hatin dîtin."
Her wiha Şahîn diyar kir ku 14 koçberên gihaştine peravê ji aliyê cendirmeyan ve hatine girtin û 7 koçber jî ji aliyê tîmên asayîşa peravan ve hatine rizgarkirin.
Hat ragihandin ku piştî bûyerê tîmên Asayîşa Peravan û cendirmeyan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomînin.
Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ve lêpirsîna edlî û ji aliyê Parêzgariya Antalyayê ve jî lêpirsîna îdarî derbarê bûyerê hatiye destpêkirin.