Tirkiye: Em bi tundî hişyariyê didin Îranê
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Ragihandinê yê Tirkiyeyê Burhanettîn Duran eşkere kir ku mûşekeke balîstîk ji Îranê hatiye avêtin û ber bi Tirkiyeyê ve çûye.
Duran da zanîn ku ew mûşek li asmanê navçeya Şahînbegê ya Dîlokê ji aliyê yekîneyên parastina asmanî û mûşekî yên NATOyê ve hatiye îmhakirin.
Duran diyar kir ku di bûyerê de ti ziyanên canî çênebûne û kes birîndar nebûye.
Burhanettîn Duran li ser hesabê xwe yê medyaya civakî hûrgiliyên operasyonê parve kirin û got:
"Mûşekeke balîstîk ku hatibû tespîtkirin ji Îranê hatiye avêtin û ber bi welatê me ve tê, li asmanê navçeya Şahînbegê ya Dîlokê ji aliyê yekîneyên parastina asmanî û mûşekî yên NATOyê ve di dema xwe de hat astengkirin û bêbandorkirin."
Duran tekez kir ku piştî hewla êrişê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê û hemû saziyên pêwendîdar di nava hevahengiyeke temam de tedbîrên ewlehiyê xistine dewrê.
Hişyariya tund a ji bo Îranê: Sivîlan nexin metirsiyê
Serokê Ragihandinê Duran diyar kir ku nabe şerê li herêmê li qadeke berfireh belav bibe û ev hişyarî li Tehranê ducare kir:
"Gelekî girîng e ku aloziya li herêmê zêdetir nebe û pevçûn li qadeke berfirehtir belav nebin.
Em careke din bi tundî hişyariya xwe ducare dikin ku divê hemû alî û bi taybetî jî Îran ji wan kiryarên ku ewlehiya herêmî dixin rîskê û metirsiyê li ser sivîlan çêdikin, dûr bisekinin."
"Kapasîteya me di asta herî jor de ye"
Duran bal kişand ser biryardariya Tirkiyeyê ya di mijara parastina ewlehiya sînor û qada asmanî de û got:
"Di mijara parastina qada asmanî û ewlehiya sînor de îrade û kapasîteya dewleta me di asta herî jor de ye."
Hişyariya dezenformasyonê
Duran di dawiya daxuyaniya xwe de bangî welatiyan û dezgehên medyayê jî kir.
Duran bi bîr xist ku divê li hemberî parvekirinên ku dezenformasyonê li xwe digirin baldar bin.
Duran daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir:
"Em bi girîngî ji welatiyên xwe û dezgehên medyayê daxwaz dikin ku li hemberî naverokên ku pêwîstiya wan bi piştrastkirinê heye û dikarin raya giştî ber bi tirs û xofê ve bibin baldar bin.
Em ji wan daxwaz dikin ku tenê daxuyaniyên saziyên me yên fermî wekî bingeh wergirin."