Erdogan li ser xistina mûşeka Îranê çi got?

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser xistina mûşeka ku ji Îranê hatibû avêtin û li sînorê Tirkiyeyê hatibû xistin got, "Nabe ku bikevin nav hesabên wiha ku sîberê bixe ser hiqûqa me ya hezar salî."

Erdogan da zanîn ku ew daxuyaniyên maqûl ên ku ji Herêma Kurdistanê tên bi kêfxweşî pêşwazî dikin û got, "Nabe ku bikevin wê xefikê ku dixwaze bira bi bira bide kuştin."

Kabîneya Serokkomariya Tirkiyeyê ji bo bandorên şerê navbera Îran-Amerîka û Îsraîlê yê li herêmê, yên li ser Tirkiyeyê û cografyaya nêzîk binirxîne civiya.

Serokkomar Tirkiyeyê piştî civîna ku nêzîkî 2,5 saetan ajot derket pêşiya kamerayan û li ser qeyrana mûşekê ya ku qada asmanî ya Tirkiyeyê bin pê kiribû û hevalbendiyên herêmî peyam dan.

"Em Îranê bi samîmiyet hişyar dikin"

Erdogan bi bîr xist, mûşeka ku 4ê Adarê ji Îranê hatibû avêtin û di ser qada asmanî ya Îraq û Sûriyeyê re ber bi Tirkiyeyê ve dihat, ji aliyê sîstemên NATOyê ve hatiye têkbirin û ji bo birêveberiya Tehranê ev hişyarî kirin:

"Tevî hişyariyên me yên samîmî jî avêtina gavên gelekî şaş û provokatîf ên ku dê dostaniya Tirkiyeyê bixe zemetiyê didomin.

Nabe ku bikevin nav hesabekî wisa ku dê di dilê miletê me de birînên kûr veke û sîberê bixe ser hiqûqa me ya cîrantî û biratiyê ya hezar salî.

Ez careke din bi bîr tînim ku divê di şaşiyê de israr û inyadbûn nebe."

Piştgirî bo Herêma Kurdistanê

Erdogan bal kişand ser helwesta serkirdeyên Herêma Kurdistanê ya li hemberî şer û ev tişt gotin:

"Em daxuyaniyên birayên xwe yên li Herêma Kurdistanê ya Îraqê bi kêfxweşî pêşwazî dikin û ji dil bawer in ku ew dê neyên vê lîstikê.

Divê ti kes hesabên şaş neke û nekeve xefika tora komkujiyê ya Siyonîst ku dixwaze bira bi bira bide kuştin.

Ez careke din tekez dikim ku em li hemberî her cure senaryoyekê ne ku pêvajoya me ya Tirkiyeya bê error asteng bike û derbeyê li aramî û paşeroja herêma me bixe.”

“Em avê dibin ser agir”

Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku herêm bi "xelekeke agir" hatiye dorpêçkirin û tekez kir ku armanca Tirkiyeyê temirandina agir e.

Erdogan diyar kir ku hin alî ji bo têkbirina aramiya herêmê "benzinê bi ser agir de dikin" û got, "Em avê dibin ser agir û têkoşîneke samîmî didin ji bo kontrolkirina wî agirî."

Tedbîrên parastinê: 60 hezar personel û xurtkirina F-16an

Erdogan diyar kir ku asta amadekariya leşkerî ya Tirkiyeyê di asta herî jor de ye û qala tedbîrên şênber ên hatine wergirtin kir.

Serokkomarê Tirkiyeyê behsa amadekariyên welatê xwe kir û got:

“Bi F-16an, balafirên hişyariya pêşwext a hewayî û balafirên tanker re qada asmanî ya Tirkiyeyê bê navber tê şopandin.

Bi nêzîkî 60 hezar personelî re li ser xeta sînor tedbîrên ewlehiyê yên di asta herî jor de hatine wergirtin.”

Erdogan da zanîn ku ji bo bihêzkirina parastina Komara Tirk a Qibrîsê 6 balafirên şer ên F-16 û sîstemên berevaniya asmanî yên pêşketî li giravê hatine bicihkirin.