Balyoza Îrlandayê çû serdana DEM Partiyê

Hewlêr (Rûdaw) - Balyoza Komara Îrlandayê Clare Brosnan çû serdana DEM Partiyê û li gel Hevserokan Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullariyê civiya.

DEM Partiyê derbarê serdana Balyoza Komara Îrlandayê Clare Brosnanê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de anî ziman:

“Balyoza Komara Îrlandayê Clare Brosnanê, Hevserokên me Tulay Hatîmogullariyê û Tuncer Bakirhan li Navenda me ya Giştî ziyaret kir.

Di hevdîtinê de, pêşhatên dawî yên li Tirkiyeyê hatin nirxandin, her wiha derbarê Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku Birêz Ocalan a 27ê Sibatê û pêvajoyê agahî hatin dayîn.”