Komeleya Redkarên Wîjdanî vedibe
Hewlêr (Rûdaw) – Li hemberî leşkeriya bi darê zorê, di 18'ê Gulanê Roja Redkariya Wîjdanî de komeleya Redkariya Wîjdanî tê vekirin.
Dema ku kesek ji ber nêrînên xwe yên polîtîk, nirxên exlaqî an jî baweriyên olî leşkeriya bi darê zorê red bike, ji vêya re dibêjin Redkariya Wîjdanî . Li Tirkiyê jî bi sedan redkarên Wîjdanî yên heyî, êdî karên xwe bi awayekî fermî dimeşînin. Di 18'ê Gulanê Roja Reda Wîjdanî de hemû kesên ku naxwazin leşkeriyê bikin, di bin banê komeleyek de tên gel hev. Berdevkê Platforma Ji bo Aştiyê Redkariya Wîjdanî Oguz Sonmez der barê mijarê de ji Rûdawê re axivî. Sonmez, diyar kir ku Komeleya Redkarên Wîjdanî di 18'ê Gulanê Roja Redkariya Wîjdanî de li Stenbolê bi çalakiyeke hunerî avabûna xwe aşkera dike.
Sonmez da zanîn ku ew ê di vê rojê de hem Roja Redkariya Wîjdanî pîroz bikin, hem jî vekirina komeleyê aşkera bikin. Sonmez armanca komeleyê bi gotinên "Ji bo yasayîkirina redkariya Wîjdanî û piştevaniya bi redkarên Wîjdanî re, ev komele tê avakirin" aşkera kir. Sonmez ragihand ku 4 damezrînerên komeleyê hene û wiha got: "Ji Parêzer Eren Keskîn, heta civaknas Pinar Selek, hunermend Teynep Tanbay, heta Xelîl Savda, gelek kes piştgiriyê didin me. Emê di 18'ê gulanê de li Stenbolê panelek li dar bixin. Ji Ofîsa Ewropa ya Redkariya Wîjdanî (EPKO) rêveber Murat Kanatli dê Kibrisê beşdar bibe."
Sonmez destnîşan kir ku di nav 47 endamên Konseya Ewropayê de, tenê di Makezagona Tirkiyê de reda Wîjdanî tuneye û wiha pê de çû: "Hê jî li ber xwe dide. Di tîrmeya sala 2011'an de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di doza redkarê Wîjdanî Vahan Bayatyan ê ermenî de, biryar da ku hemû welatên endamê Konseya Ewropayê ne, pêwîst e mafê reda Wîjdanî di aliyê yasayî de bipejirînin. Li gorî xala 9'emîn a Azadiya Ol û Wîcdanê ya Hevpeymana Mafên Mirovan a Ewropayê, pêwîst e vê qanûnê binasin. Lê Tirkiye her tim vê yekê paşve dixîne, bi derengî dixe."
Sonmez ragihand ku li Tirkiyê derdora 180 de redkarên Wîjdanî hene û ev agahî lê zêde kir: "Lê beriya 2 salan 250 ciwanên kurd jî bi kampanyayek, redkariya Wîjdanî aşkera kiribûn. Mirovên ku bêyî derkevin pêşiya çapemeniyê reda xwe aşkera dikin jî hene. Li welatek ku bi sed hezaran qaçaxên leşkeriyê hene, bifikirin ku çiqas pir kes naxwazin leşkerî bikin."
Sonmez da zanîn ku niha li Tirkiyê Alî Fîkrî Işik, Mehmet Tarhan, Osman Murat Ulke, ji ber ku reda Wîjdanî aşkera kirin, li wan doz hat vekirin, doza wan didome û fêrar in. Sonmez da zanîn ku ev kes ji hemû mafên cemaweriyê bêpar in, her tim bi ceza xwarin, lê her tim xetereya girtina wan heye.