Endamên Komîsyona Çareseriyê eşkere bûn

09-05-2013
RÛDAW
A+ A-

Enqere (Rûdaw/Ajans) – Endamên Komîsyona Çareseriyê yên Parlamanetoya Tirkiyê yên ji aliyê AKP û BDPê ve hatine destnîşankirin hatin hilbijartin. CHP û MHPê jî ji civata giştî ya parlamentoyê derketin.

Komîsyona Çareseriyê ya bi armanca pêvajoya aştiyê ya di navbera PKK û Tirkiyê de hatî avakirin, endamên wê komîsyonên yên AKP û BDPê li parlamentoya Tirkiyê hatin hilbijartin.

Di encama dengdana li parlamentoyê de endamên komîsyonê yên AKPê; parlamenterê Edeneyê Fatoş Gurkan, parlamenterê Semsûrê Mehmet Metîner, parlamenterê Afyonkarahisarê Halîl Urun, parlamenterê Amasya Nacî Bostanci, parlamenterê Enqereyê Yalçin Akdogan, parlamenterê Êlihê Zîver Ozdemir, parlamenterê Çankiri İdrîs Şahîn, parlamenterê Amedê Suleyman Hamzaogullari, parlamenterê Rihayê Abdurehman Gok, parlamenterê Wanê Fatîh Çiftçi û parlamenterê BDPê yê Bidlîsê Hûsametîn Zenderlioglu hatin hilbijartin.

Di dema xwendina navên endamên komîsyonê de tevayî parlamenterên MHP û hinek parlamenterên CHPê ji civata parlamentoyê derketin.

Berî niha CHP û MHPê diyar kiribûn ew ti endaman nadin komîsyonê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst