Mesrûr Barzanî diçe Tirkiyeyê
Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serdaneke fermî diçe Tirkiyeyê.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser serdanê daxuyaniyek belav kir.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku Mesrûr Barzanî îro diçe Tirkiyeyê û li Koşka Dolmabahçeyê ya li bajarê Stenbolê, bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û hejmareke din a berpirsên pilebilind ên wî welatî re dicive.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînan de ji bilî dan û standinên li ser bipêşxistina pêwendiyên dualî, pêşhatên dawî yên rewşa giştî ya Îraq û Herêma Kurdistanê jî tên gotûbêjkirin.
Bernameya hevdîtinan
Dema civînên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi vî awayî ne:
- Saet 10:30 yan 11:00an bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re dicive.
- Saet 14:00an bi Recep Tayyîp Erdogan re li Koşka Dolmabahçeyê dicive.
- Piştî wê bi Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê re dicive.