Erdogan û Mesrûr Barzanî civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û şanda pê re pêşwazî kirin.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Tirkiyeyê, civîn li Ofîsa Xebatê ya Koşka Dolmabahçeyê ya Stenbolê hat kirin û bipêşketinên dawî yên herêmê hatin nirxandin.

Şerê Amerîka û Îranê

Erdogan anî zimên ku ew ji ber armancgirtina Hewlêr û xaka Îraqê di şerê navbera Amerîka û Îranê de xemgîn in.

Wî destnîşan kir ku ew wekî Tirkiyeyê qet naxwazin şer û pevçûn li welatên din ên herêmê belav bibin.

Erdogan diyar kir ku dê di vê pêvajoyê de piştgiriya wan a ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam bike.

Daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê

Di daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê de li ser mijarê ev agahî hatin dayîn:

"Serokkomar Erdogan anî zimên ku ew ji ber armancgirtina xaka Îraqê û Hewlêrê ya di şerê navbera Amerîka û Îranê de xemgîn in.

Em wekî Tirkiyeyê qet naxwazin pevçûn li welatên din ên navçeyê belav bibin.

Dê di vê pêvajoyê de piştgiriya me ya bi Birêveberiya Herêma Kurdistanê re berdewam bike.

Serokkomarê me destnîşan kir ku parastina aramiya Îraqê ji bo hemû navçeyê girîng e.

Her wiha pêkanîna hikûmeta navendî di demeke nêzîk de, dê xizmeta yekîtî û bihevrejiyana Îraqê bike.

Projeya Rêya Bipêşketinê

Serokkomar Erdogan diyar kir ku Tirkiye biryardar e hevkariya xwe bi Hikûmeta Navendî ya Îraqê û Birêvebiriya Herêma Kurdistanê re bi pêş bixe.

Em dê di serî de di warê bazirganî, veguhastin û enerjiyê de, ji bo bipêşxistina pêwendiyan gavên xwe bidomînin.

Pêkanîna 'Projeya Rêya Bipêşketinê' dê ne tenê ji bo Îraqê, ji bo herêma Kendavê jî feydeyên mezin bi xwe re bîne.

Serokkomar Erdogan anî zimên ku em biryardar in proseya 'Tirkiyeyeke Bêteror' bigihînin serkeftinê.

Em hem li welatê xwe hem jî li welatên cîranên xwe aştî û aramiyê dixwazin."

Beşdarên civînê

Di civînê de Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Alparslan Bayraktar, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serokê Saziya Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin jî amade bûn.