Mesrûr Barzanî û Erdogan pêvajoya aştiyê gotûbêj kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokkomarê Tirkiyeyê recep Tayyîp Erdogan civiyan.

Di civînê de bipêşxistina pêwendiyên dualî, pêvajoya pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê û pirsa danîna çekan a PKKyê hatin gotûbêjkirin.

Civîna Mesrûr Barzanî û Erdogan li Qesra Dolmabahçeyê ya li Stenbolê hat kirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê civînê de daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, Serokkomarê Tirkiyeyê wekî faktoreke girîng a aştî û aramiya herêma pesnê rola Serok Mesûd Barzanî û Herêma Kurdistanê da.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî pesnê rola Erdogan û Tirkiyeyê ya di parastina aştî û aramiya herêmê de da.

Mesrûr Barzanî daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo xurtkirina hevkarî û hevahengiya dualî ducare kir.

Di civînê de Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Alparslan Bayraktar, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serokê Saziya Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin jî amade bûn.

Her du aliyan tekezî li ser girîngiya xurtkirina pêwendî û hevahengiya di navbera Tirkiyeyê û Herêma Kurdistanê de ya di warên curbicur de kir.

Mesrûr Barzanî û Erdogan tekezî li ser bidawîanîna aloziyên li herêmê kir.

Wan her wiha daxwaz kir ku pirsgirêk bi awayekî aştiyane û bi rêya diyalogê bên çareserkirin.

Kabîneya nû ya Îraqê

Di beşeke din a civînê de, hewl û guftûgoyên aliyên siyasî yên Îraqê yên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta federal hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan hêvî kir ku kabîneya nû ya Îraqê bibe sedema çespandina aştî û aramiya Îraqê.

Wan xwest ku hikûmeta nû bêyî cudakarî xizmeta hemû pêkhateyan bike.

Her wiha hat xwestin ku pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser bingeha destûrê bên çareserkirin.

Pêvajoya aştiyê û danîna çekan a PKKyê

Pêvajoya aştiyê û pirsa danîna çekan a PKKyê mijareke din a civînê bû.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoyê ducare kir.

Serokkomarê Tirkiyeyê jî tekezî li ser girîngiya berdewambûn, serxistin û encamdana pêvajoyê kir.