Mesrûr Barzanî bi wezîrên enerjî û parastinê yên Tirkiyeyê re civiya

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Stenbolê Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar re civiya.

Barzanî û Bayraktar tekezî li ser xurtkirina hevahengiya di navbera xwe de ya di warên bazirganî, petrol û enerjiyê de kir.

Mesrûr Barzanî her wiha bi Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re jî hevdîtin kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser civînan daxuyaniyek belav kir.

Pêwendiyên di warê enerjî û bazirganiyê de

Li gorî daxuyaniyê, Mesrûr Barzanî û Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar li ser pêşxistina pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê yên di warê enerjî û çavkaniyên xwezayî de axivîn.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin ku her du aliyan tekezî li ser xurtkirina hevkarî û hevahengiya di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê ya di warên bazirganî, petrol, enerjî û elektrîkê de kiriye.

Civîna bi Wezîrê Parastinê re

Serokwezîr Mesrûr Barzanî her wiha îro bi Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re jî civiya.

Hikûmetê li ser vê civînê jî da zanîn ku guherîn û bipêşketinên dawî yên rewşa giştî ya Herêma Kurdistan, Îraq û herêmê hatine nirxandin.

Her du aliyan tekezî li ser parastina ewlehî û aramiya Îraq û Herêma Kurdistanê û herêmê kir û xwest ku dawî li aloziyên herêmê bê anîn.