Serokwezîrê Tirkiyê: Em yekîtiya Iraqê dixwazin
Navenda Nûçeyan – Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim biryara referandûmê ya Herêma Kurdistanê weke biryareke “bê berpirsiyarî” nirxand û got, ku ew naxwazin Iraq perçe bibe.
Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim piştî nimêja Înê ya li Enqerê, bersiv da pirsên rojnamevanan û behsa referandûma Başûrê Kurdistanê kir, ku biryare roja 25ê Îlona 2017ê were encamdan.
Yildirim derbarê pirseke liser biryara referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê, got: “Nêrîna me zelal e. Em yekîtiya axa Iraqê dixwazin. Em dixwazin hemû welatiyên Iraqê li ser dewletekê û bi hevre bijîn. Jixwe li herêma me bi gelek pirsgirêk hene. Nêrîna me ew e, ku pêwîst nake pirsgirêkên nû derbikevin. Ev biryar bi bê berpirsiyarî hatiye girtin."
Hêjayê gotinê ye, ku Wezareta Derve ya Tirkiyê jî di daxuyaniyekê de gotibû: “Li gorî me ev dê bibe xeletiyeke mezin. Siyaseta Tirkiyê ya derbarê Iraqê de ew e, ku axa Iraqê parçe nebe û yekîtiya siyasî were parastin."