Li Îzmîrê qezayeke giran, 5 mirî û 2 birîndar

09-06-2025
Nîşan Îzmîr Qeza Mirî û Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Menderesê ya parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyeyê 3 otomobîlan li hev xist, 5 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, îro li ser rêya Menderes û Seferhîsarê otomobîla bi şofêrtiya Ozkan Nazli û otomobîla bi şofêrtiya Sultan Baran a ku ji aliyê pêşber ve dihat li hev qelibîn.

Otomobîla bi şofêrtiya Ozkan Nazli pişt re jî li bin guhê otomobîla bi şofêrtiya S.U. da.

Di bûyerê de Ozkan Nazli û hevjîna wî Suna Nazli û Sultan Baran û her du xwîşkên wê yên di otomobîlê de Emine Baran û Fatma Baran mirin.

Her wiha E.D.D. û Z.N. jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên parastinê yên sivîl û cendirme çûn cihê bûyerê.

Piştî ku dozger li cihê bûyerê lêkolîn temam kir termê her 5 kesan birin meytxaneyê.

Her du birîndar jî ji bo dermankirinê veguhastin nexweşxaneyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin