Li Dîlokê agir bi 50 donim zeviyên genim ket

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Keleyê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê ji ber sedemeke nehatiye zanîn agir bi 50 donim zeviyên ku genim lê hatibû çandin ket û hemû berhem şewitîn.

Li navçeya Keleyê îro agir bi 50 donim zeviyên ku genimê meqerneyê lê hatibû çandin ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên girêdayî Serokatiya Daîreya Agirvemirandinê ya Dîlokê çûn cihê bûyerê.

Tîmên erkdar piştî nîv demjimêrê agir vemirand.

Piştî bûyerê Serokê Odeya Çandiniyê ya Keleyê Hasan Altun çû herêma agir û hişyarî da ku nêzîkî zeviyên çandiniyê madeyên şewatê neyên avêtin.