Wezîr daxuyanî da: Tirkiye dê Grokê qedexe bike?

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê Abdulkadir Uraloglu ragihand ku ji bo hişê çêkirî Grokê biryara astengkirinê nîne lê eger pêwîst be dê were qedexekirin.

Piştî ku Groka hişê çêkirî yê tora civakî ya Xê heqaret li Ataturk, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Pêxemberê Îslamê Hezretî Mihemed kir rayedarên ketin nava liv û tevgerê.

Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê derbarê bersivên Grokê yên ku di naveroka wan de heqaret hene lêpirsîn da destpêkirin.

Ji bo parvekirinên ku wekî “sûc” hatine destnîşankirin biryara astengkirinê hatiye dayîn.

Di daxuyaniya ku ji hesabê Xê yê Grokê hat dayîn de, hat diyarkirin ku ew ji bo rakirina parvekirinên ne guncav bi awayekî çalak dixebitin.

Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê Abdulkadîr Uralogluyê ku beriya Civîna Koma AK Partiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê bersiv da pirsên rojnamegeran da zanîn ku ji bo Grokê biryara astengkirinê nîne lê eger pêwîst be dê were qedexekirin.

Uraloglu diyar kir ku wan bi Xê re pêwendî daniye û wan zêdetirî 50 biryarên rakirina naverokê ji şirketê re ragihandine.