Şaredarê Bajarê Mezin ê Edeneyê Zeydan Karalar ji kar hat dûrxistin
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ragihand ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Edeneyê Zeydan Karalar ê ku bi îdiaya “gendeliyê” hatibû girtin, ji kar hatiye dûrxistin.
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê îro derbarê mijarê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, Şaredarê Bajarê Mezin ê Edeneyê roja sêşemê bi biryara dadgehê hatibû girtin û niha jî ji kar hatiye dûrxistin.
Her wiha Wekîlê Serokê Şaredariya Buyukçekmeceyê Ahmet Şahîn jî ji kar hatiye dûrxistin.
Di çarçoveya lêpirsîna li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de, tevî Şaredarê Semsûrê Abdurrahman Tutdere û Şaredarê Bajarê Mezin ê Edeneyê Zeydan Karalar bi giştî 13 kes hatibûn desteserkirin.
Dadgehê ji bo Zeydan Karalar biryara girtinê dabû û Şaredarê Semsûrê jî bi şertê girtina li malê berdabû.