Berdevkê AK Partiyê: Erdogan dê roja şemiyê daxuyaniyeke dîrokî bide

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk ragihand ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dê roja şemiyê daxuyaniyeke dîrokî bide û bangî welatiyan kir ku guhdar bikin.

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk îro derbarê pêvajoya çareseriyê ji medyaya Tirkiyeyê re axivî.

Omer Çelîk diyar kir ku pêvajo li gorî pêşbîniyan berdewam dike û gavên ku di rojên pêş de werin avêtin, dê bibin destpêka pratîkî ya pêvajoyê.

Çelîk amaje pê kir ku dê destpêkê li Îraqê çek werin danîn û da zanîn ku pêvajoya çekdanînê ya li Îraqê û ya li Sûriyeyê dê ji hev cuda bin.

“Ev projeya Komara Tirkiyeyê ye”

Çelîk li ser hûrgiliyên pêvajoyê wiha axivî:

“Em naxwazin aliyekî sêyem bikeve nav pêvajoyê. Ev projeya Komara Tirkiyeyê ye.

Pêwîst e pêvajoya çekdanînê di navbera 3-5 mehan de temam bibe.

Eger dem dirêj bibe, ji provokasyonan re vekirî dimîne.

Komîsyona parlamentoyê dê li gorî çekdanîn û xwefesixkirina PKKyê zemînê amade bike.

Em rexneyên mixalefetê jî guhdar dikin.

Gotinên wekî îxanet an tawîzê ne rast in.

Li ser nirxên bingehîn ên dewletê tawîz nînin.”

Çelîk li ser mijara çekdanîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî anî ziman ku pêvajoya li Îraqê û Sûriyeyê ji hev cuda ye û HSD dê tevlî artêşa Sûriyeyê bibe.