Erdogan: Em bi welatên rojava re di hevkariyê de ne
Hewlêr (Rûdaw)- Erdogan ragihand ku, ji bo rewşa Herêma Kurdistanê welatên rojava bi Tirkiyeyê re di nav hevkariyê de ye.
Serokwezîrê Tirkiyeyê û namzedê serokomariyê Recep Tayyip Erdogan dibêje, gavavêtinên Amerîka û welatên Rojava ji bo rarawestandina êrîşên ku rêxistina DAÎŞê li ser Herêma kurdistanê dike, bê hevkariya bi Tirkiyê re çêne bûye, bê Tirkiyê li wêderê ti çareserî çênabe.
Erdogan di hevpeyvînekê bi televîzyona A Habera Tirkiyeyê de got, ji bo rewşa Herêma Kurdistanê welatên rojava bi Tirkiyeyê re di nav hevkariyê de ye, ji ber wê jî wezareta derve ya Tirkiyê bi awayekî aktîv rola xwe di wê mijarê de dilîze, û tiştê tê xwestin tê kirin.
Erdogan li ser pirsa çima ew jî wek Amerîka bi hêzên ezmanî li DAÎŞê nexistin anî ziman ku, rewşa Amerîka cudayê rewşa Tirkiyê ye, 49 dîlgirtiyên kunsulxaneya Mûsilê di destê DAÎŞê de ne, û pêwîste jiyana wan nekve metirsiyê, lê wan him bi xelkên Tirkmen û him jî bi kurdên Êzîdî re alîkariyê dikin, û ewê berdewam bikin.
Erdogan bersiv da rexneyên serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ku hikûmet li hember êrîşên DAÎŞê li Îraqê û 49 dîlgirtiyên kunsulxaneyê ti tişt nekiriye got, ew bi hestiyarî nîzîkî dosiya wan dîlgirtiyan dibin, û ji bo ku Kiliçdaroglu rehet bibe ew nikarin jiyana wan 49 kesan têxin xeterê.
Wek tê zanîn hêzên ezmanî yên Amerîka roja 8 tebaxê dest bi lêxistina cî û bargehên rêxistina DAÎŞê li navçeyê Mexmûr û Giwêrana girêdayî Hewlêrê kir.