Parêzerê Demîrtaş: Dê cezayê heta hetayê bidin Demîrtaş, ne henek e!

09-08-2023
RÛDAW
Nîşan Selahattin Demîrtaş Doza Kobaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzerê Selahattîn Demîrtaş Mahsunî Karaman got, “Ji ber Twittê dê 7 cezayê heta hetayê bidin Demîrtaş û hevalên wî. Ne henek e, rast e! Ma ti gotina we nîne?”

Parêzer Mahsunî Karaman li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê Doza Kobaniyê de ku niha li Sîncanê bi rê ve diçe peyamek belav kir.

"Ne henek e, rast e!"

Karaman bangî xelkê û hiqûqnasan kir got:

“Gelên me, hiqûqnas, rewşenbîr û siyasetmedarên me! Di Doza Kobaniyê de ji ber Twitta 6ê Çiraya Pêşîn a 2014an a li xwarê dê herî kêm 7 cezayê heta hetayê bidin Demîrtaş û hevalên wî. Ne henek e, rast e! Ma ti gotina we nîne?”

Karaman herwiha tekez kir ku ew daxuyaniya ku wê demê hatiye dayîn nabe hinceta kuştin an handana kuştinê.

"Doza Kobaniyê hinceta gur a xwarina berxê ye”

Karaman di berwewamiya daxuyaniya xwe de ev anîne zimên: 

“Doza Kobaniyê parçeyekî plana tinekirinê ye. Dixwazin bi polîtikayên li ser hinek siyasetmedarên Kurd siyaseta Kurdan ji holê rakin. Doza Kobaniyê hinceta gur a xwarina berxê ye.”

"Wê demê em ê jî bêdeng bimînin"

Parêzerê Demîrtaş, bangeke bi vî awayî jî kir:

"Bila 10 hiqûqnasên ceza bicivin û biryarê bidin, ka gelo bi vê Twittê tawanê kuştin û handana kuştinê hatiye kirin, wê demê em ê jî bêdeng bimînin."

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst