ÎSÎG: Di meha tîrmehê de 204 karker mirin

09-08-2025
RÛDAW
Nîşan Karker ÎSÎG Mirina Karkeran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) rapora xwe ya Tîrmeha 2025an belav kir.

Di raporê de amaje bi mirinên ji ber şewatên daristanan, germa zêde û karkeriya zarokan hatiye kirin.

Li gorî raporê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di meha Tîrmehê de 204 karker mirine.

Bi vê yekê re hejmara karkerên ku di 7 mehên ewil ên salê de canê xwe ji dest daye gihişt hezar û 165 kesan.

Di raporê de hat tekezkirin ku ev mirin dikarin bên rawestandin. Her wiha di beşeke din a raporê de behsa sedemên şewatên daristanan, germa zêde, karkeriya zarokan û nebûna ewlehiya karkerkan hat kirin.

Ji ber şewatan 17 karker mirin

Di meha tîrmehê de şewatên daristanan bûn sedema mirina 17 karkeran. Ji van karkeran 7 jê karkerên daristanê, 5 jê karkerên xwebexş ên AKUTê, 3 jê karkerên xwebexş û 2 kes jê jî ji karkerên Parastina Sivîlan bûn.

Li gorî raporê kêmasiyên di budce, amûr, pergalên hişyariya zû bûne sedemên sereke yên mirina karkeran.

Germa zêde bûye sedema mirinan

Yek ji sedemên sereke yên mirinê yên di meha tîrmehê de germa zêde bûye. Hat ragihandin ku Tîrmeha 2025an li cîhanê wekî meha sêyem a herî germ ketiye tomarkirin.

Germa zêde ne tenê bandor li karkerên li qadên vekirî yên wekî çandinî, avahîsazî û motokuryeyan kiriye, di heman demê de bandor li karkerên pîşesaziyê yên li cihên girtî dixebitin jî kiriye.

Di raporê de hat tekezkirin ku tevî hişyariyên meteorolojiyê jî, wezaretên berpirsiyar li ser metirsiyên germayê ti agahdarî nedane welatiyan.

9 karkerên zarok mirin

Her wiha di beşeke din a raporê de hat gotin ku di meha tîrmehê de herî kêm 9 karkerên zarok mirine.

Meclisa ÎSÎGê anî zimên ku zarok di bin navê "perwerdeya pîşeyî" de ber bi karên bêewle û mirinê ve tên şandin.

Li gorî amarên raporê di heman mehê de 9 karkerên jin û 7 karkerên koçber jî bûne qurbanî.

Karker herî zêde li Stenbolê mirine

Li gorî raporê, sektorên ku herî zêde mirin lê qewimîne, pîşesazî (59), çandinî-daristan (54) û avahîsazî (47) bûne.

Sedemên herî zêde yên mirinê jî wekî ketina ji avahiyan, qezayên trafîkê, hilweşîn, krîza dil û teqîn hatine rêzkirin.

Bajarê ku herî zêde mirinên karkeran lê çêbûne bi 32 kesan Stenbol bûye.

Piştî Stenbolê Eskîşehîr (13), Bûrsa (10), Îzmîr (9) û Antalya (7) tên.

Meclisa ÎSÎGê da zanîn ku ev hemû mirin dikarin bên astengkirin û ji bo vê yekê banga tedbîrên bi lez û zêdekirina kontrolan kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst