STENBOL - Di nava saetekê de 2 kesan xwe avêt ber trênê
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê li ser xeta Marmarayê di nava saetekê de 2 kesan xwe avêt ber trênê û mirin.
Ji ber her du bûyeran, geştên trênê demekê hatin rawestandin.
Birêvebiriya Marmarayê li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku bûyera yekemîn a xwekuştinê li rawestgeha Guzelyaliyê û ya duyemîn jî li rawestgeha Daricayê qewimiye.
Her wiha hat eşkerekirin ku ji ber van her du bûyeran, seferên di navbera rawestgehên Gebze û Daricayê de bi awayekî kontrolkirî li ser xetekê tên kirin û di seferan de derengî çêdibe.
Derbarê nasnameya her du kesên ku mirine ti agahî nehatin belavkirin.