Rojnameyên Tirkiyê – Êriş û hêrsa li dijî kurdan zêde dibe

09-09-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Stenbol (Rûdaw) – Îro, di rojev û manşêtên sereke yên rojnameyên Tirkiyê de dîsa teqînên Îdir û Oramarê hene. Hinek rojnameyan jî behsa êrişên tirkên nijadperest li ser kurdên ku li metropolên Tirkiyê dijî, kirine.

Piştî teqînên Oramar û Îdirê, ku bi giştî û li gorî amarên fermî herî kêm 30 leşker hatin kuştin, hêrsa li dijî kurdên ku li bajarên Tirkiyê dijîn, zêde bûye. Li gellek bajarên mîna Enqere, Qonya û deverên din, kurd rastî êrişan tên û mal û warên wan tên şewitandin û wêrankirin.


CUMHURIYET


Vî agirî vemirînin;


Li bajarên mezin êrîş li ser kurdan dibin.. Otobasên diçin rojhelat rastî êrîşan tên. Paleyên kurdan rastî êrîşên kujer tên.


Êş li ser êşê.


GUNDEM

Em hişyariıyê didin; Cizîr û Xezze, ferqa wan nemaye. Tîmên taybet bombeyan davêjin nav malên xelkê.


SABAH


Kemîneke din ya xayîn li Îdirê; 13 şehîd.


Li bakurê Iraqê me ji bejê û ji hewayê çar alî bi ser şikeftên PKKê ve girt; 40 ji wan kuştin.


HURRIYET


Şîna Îdirê; 13 şehîd.


Dîsa êrîş pêk hat bi ser Hurriyetê de.Amerîka rexne li Tirkiye girt ji ber êrîşên bi ser ragihandinê de.


HABER TURK


Êş û xatirxwestin û bang. Hêrsa li hember terorê berê xwepêşanderan da binkeyên HDPê.

POSTA


Em bi kude diçin.


VATAN


Xayîntiya bi tonekî.tonek maddeyên teqîner bicîh kirine li bin rêyan.


Erdogan; tiştekî em biaxivin nema ji niha şûnde yek rê tenê heye ew jî divê ku bi temamî dest ji çekan bê berdan.
CHP bang li rêxistinên xwe kir ku tevlî provokasyonên nefretê nebin.


Baxçelî; divê li rojhilat û başûrê rojhilatê Tirkiyê bilez rewşa awarte îlan bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst