Xerca derketina derveyî Tirkiyeyê dîsa hat zêdekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xerca derketina derveyî welat careke din hat zêdekirin û ji 710 lîreyan derket 1000 lîreyî.
Li gorî biryara ku bi îmzeya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di Rojnameya Fermî ya Tirkiyeyê de hat belavkirin, xerca derketina derveyî welat ji sedî 40,8 hat zêdekirin.
Bi biryara nû re, xerc ji 710 lîreyan derket 1000 lîreyan (nêzîkî 25 dolaran).
Biryara nû dê ji 9ê Îlonê pê ve were bicihanîn.
Xerca derketina derve di Tebaxa 2024an de ji 150 lîreyan hatibû zêdekirin û bûbû 500 lîre. Her wiha 1ê Kanûna Paşîn a 2025an ji 500 lîreyî bûbû 710 lîre.