Ozel bersiv da: Gelo CHP dê Ocalan ziyaret bike?

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel li ser banga ku Komîsyon guh bide Abdullah Ocalan got, komîsyon dikare vê yekê nîqaş bike û dema hat rojevê ew dê gotûbêj bikin.

Ozel her wiha da zanîn ku serdana Îmraliyê di rojeva partiya wî de nîne û amaje pê kir ku divê gava yekem a Kmîsyonê li ser rewşa girtiyên nexweş û mijara qeyûman be.

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel îro derbarê mijarên di rojevê de ji Cumhuriyetê re axivî.

"Serdana Îmraliyê di rojeva me de nîne"

Heta niha gelek aliyan ên wekî DEM Partî, MHP û EMEPê xwestiye Komîsyona Parlamentoyê ya ku ji bo pêvajoyê hatiye avakirin, guh bide Ocalan jî.

Ozgur Ozel li ser pirsa derbarê pêşniyara ku Komîsyon guh bide Ocalan wiha got:

“Komîsyon dikare vê yekê nîqaş bike û mekanîzmaya biryardayîna Komîsyonê ji xwe zelal e.

Eger mijar sînorê biryardayîna endamên partiya me derbas bike divê pêşniyarê bînin ba me.

Lê heta niha tiştekî wiha nebûye. Li ser navê Komîsyonê dê kî biçe, dê çawa bibe û bi kîjan armancê biçin Îmraliyê em nizanin.

Heta niha ji min dipirsin gelo hûn dê biçin Îmraliyê. Lê tiştekî wiha di rojeva me de nîne.”

"Me dizanî ku ew şert ne rast in"

Ozel bal kişand ser nakokiya di navbera MHP û AK Partiyê de û wiha pê de çû:

“Di destpêka pêvajoyê de behsa hinek xalên bingehîn kiribûn. Mînak dê ti bazar çênebûya û d bê şert û merc çek bihata danîn.

Diviyabû banga Ocalan ji bo Ewropa, Tirkiye, Sûriye, Îran û Îraqê bûya. Wekî ku YPG jî çekan deyne.

Me hemûyan dizanî ku ev yek ne rast e û nabe. Niha dema em li rûdanên Sûriyeyê û nakokiyan dinêrin û dema em li helwesta Amerîkayê ya li hemberî HSDyê dinêrin, em dibînin ku Komîsyon karê xwe bi demê re dihêle.”

"Divê gavên pratîk bên avêtin"

Ozel diyar kir ku endamên CHPyê yên di Komîsyonê de dê mijara girtiyên nexweş û sîstema qeyûman bixin rojevê û bixwazin ku gavên pratîk bên avêtin.