Girtiyê Kurd piştî 30 salan hat berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê Kurd ê ji navçeya Sirûcê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê Mehmet Durak piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan.

Mehmet Durakê ku sala 1995an hatibû girtin, piştî 30 salan ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê hat berdan.

Durak li navçeya Sirûcê ya Rihayê hatibû desteserkirin û Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) bi îdiaya "xerakirina yekîtî û yekparçeyiya dewletê" cezayê hebsa hetahetayî lê birîbû.

Girtiyê siyasî li ber derê girtîgehê ji aliyê malbata xwe, Komeleya Piştgiriya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER), nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl hat pêşwazîkirin.

Durak piştî pêşwaziyê, ji bo ku biçe mala malbata xwe berê xwe da Edeneyê.