Nêçîrvan Barzanî çû Enqereyê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihîşt Tirkiyeyê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro ji bo serdaneke fermî çû Enqereya paytexta Tirkiyeyê.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku Nêçîrvan Barzanî niha li Enqereyê ye û dê hevdîtina xwe ewil bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bike.

Nêçîrvan Barzanî dê piştî nîvro jî li Koşka Serokkomariyê bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re bicive.

Li gorî daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî û Erdogan dê li ser “pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, rewşa li herêmê û çend mijarên din ên ku ji bo her du aliyan girîng in” biaxivin.