Nêçîrvan Barzanî li ser civîna xwe û Hakan Fîdan daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku wî û Hakan Fîdan hevkariya di navbera Herêma Kurdistanê, Îraq û Tirkiyeyê de gotûbêj kiriye.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Enqereya Paytexta Tirkiyeyê li hev civiyan.
Nêçîrvan Barzanî piştî hevdîtinê bi rêya hesabê xwe yê Xê got:
“Min û Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan hevkariya berdewam a di navbera Herêma Kurdistanê, Îraq û Tirkiyeyê de gotûbêj kir.
Me ji bo çareserkirina mijarên berjewendiya hevpar û bipêşxistina aramiya li seranserê herêmê teqezî li ser girîngiya hewlên herêmî yên hevaheng kir.”
Li gorî bernameyê, Nêçîrvan Barzanî dê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re jî hevdîtinekê bike.
Daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê
Serokatiya Herêma Kurdistanê jî li ser naveroka civînê ev agahî dan:
“Her du aliyan di civînê de teqezî li ser daxwaza xwe ya ji bo bi pêşxistina pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re kir û nêrînên xwe yên derbarê berfirehkirina warên hevkariya hevbeş anîn zimên.”
Li gorî daxuyaniya Serokatiyê, Nêçîrvan Barzanî û Hakan Fîdan behsa pirsgirêka avê ya di navbera Tirkiye û Îraqê de kiriye.
Nêçîrvan Barzanî bal kişandiye ser pêwîstiya hevahengiya di navbera Îraq û Tirkiyeyê de diyar kiriye ku divê birêvebirin bi awayekî be ku hemû pêdiviyên her du aliyan dabîn bike.
Her wiha “rewşa herêmê û çend mijarên din ên girîng ên hevbeş” jî mijarên din a civînê bûn.
Foreign Minister Hakan Fidan and I discussed ongoing cooperation between the Kurdistan Region, Iraq and Türkiye.
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) October 9, 2025
We emphasized the importance of coordinated regional efforts to address issues of common interests and advance stability across the region. pic.twitter.com/WCWQiKXmuA
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê jî bi rêya hesabê xwe yê Xê daxuyand ku Serokê Herêma Kurdistanê û Hakan Fîdan civiyane lê qala naveroka civînê nekir.