HDPê bersivek tund da Seroka IYI Partiyê
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka HDPê Ebru Gunay, Seroka ÎYÎ Partiyê Akşener ku serdana heyeta AK Partiyê bo HDP'ê ya ji bo pêşnûmeya guhertina destûra bingehîn rexne kiribû, rexne kir û got “Tu dev ji HDPê berde, te bi Sedat Bucak re çi avixî wê eşkere bike, hesabê 17 hezar kuştinên kujerên wan ne diyar bide, hedê xwe bizanibe!”
Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener derbarê serdana HDP-AK Partiyê de gotibû “Binêrin li qederê, kî bi kê re hat cem hev.”
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay roja Çarşemê 9ê Mijdara 2022ê li Navenda Giştî ya partiya xwe, civîna rojnamevaniyê saz kir û geşedanên vê dawiyê nirxandin.
Berdevka HDPê Gunay bersiva van gotinên Akşener da.
Gunay kuştinên kujerên wan ne diyar ên salên 1990'î bi bîr anî û got “Em ji Akşener dipirsin. Weke 3yemîn partiya herî mezin a Tirkiyeyê heyeta AKPê hat serdana me, 5 deqe şûn de serdana 5emîn partiya palamentoyê ango serdana we kir. Li şûna ku zimandirêjiyan li HDPê bikin, hûn çi axivîn, wê bibêjin! Tu dev ji HDPê berde, te bi Sedat Bucak re çi avixî wê eşkere bike, hesabê 17 hezar kuştinên kujerên wan ne diyar bide, hedê xwe bizanibe! Yên ku di tariyê de mezin bûne, yên ku xwe ji tarîtiyê xwedî dikin, ji tariyê pê ve tiştek din nabe.”
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay mijara serekî ya rojên dawiyê li ser guhertina yasaya Destûra Bingehîn bo hicabê nirxand û got: “Li cihê hesabên hilbijartinê werin em bi Destûra Bingehîn a Demokratîk mafên Kurdan, Elewiyan û beşên civakê ên tên çewisandin mîsoger bikin. Pêwîstiya Tirkiyê bi vê yekê heye.”
Ebru Gunay, di civîna rojnamevaniyê de di mijara hicabê de ligel desthilata Tirkiyê CHP jî rexne kir ku mijara guhertina yasaya li ser hicabê anîbû rojevê. Gunay amaje bi wê yekê da ku partiya wan bi salan e kar û xebata çêkirina Destûreke Bingehîn ya Demokratîk dimeşîne û ew dixwazin di çarçoveyeke berfireh de guhertin bên kirin.
Herwiha Ebru Gunay got “Em rast nabînin ku tenê mijara hîcabê bibe mijara guhertina Destûra Bingehîn û em di vê xalê de CHPê jî rexne dikin. Desthilatê jî ev wek firsendekê dît û mijar xist rewşeke şolî. Em careke din bi bîr dixin ku divê taybetmendiya herî girîng ya Destûra Bingehîn wekhevî û azadî be. Azadî bo hemû kesan. Bo hemû bawerî, nasname, ziman û çandan.. Ji bo wê em dibêjin werin em mafên Kurdan, Elewiyan, beşên tên çewisandin, mafên karker, ciwan û jinan bi Destûra Bingehîn mîsoger bikin. Eger guhertineke wiha çêbibe emê piştgirî bidin.”