Ozel li ser Rojava axivî: Em dixwazin li gel birayên xwe cîrantiyeke birayane bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPyê diyar kir ku aramiya Kurdên Rojavayê Kurdistanê ji bo Tirkiyeyê jî garantiyeke mezin e û got, “Em dixwazin li sînorê xwe bi birayên xwe re cîrantiyeke birayane bikin.”

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel li Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê di dema gotûbêjên budceya 2026an de axivî.

Ozgur Ozel di axaftina xwe de behsa pêvajoya çareseriyê û rewşa Kurdên Rojavayê Kurdistanê kir.

Ozel diyar kir ku ew dê di çarçoveya pêvajoyê de bi biryardarî bixebitin û piştgiriya xwe ya ji bo Komîsyona Hevgirtiba Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê bidomînin.

“Em li dijî qeyûman in”

Ozgur Ozel anî zimên ku ew dê hewl bidin hêviya aştiyê nebe qurbana berjewendiyên hinekan û wiha axivî:

“Em wekî CHPyê li dijî qeyûman derdikevin, em dixwazin biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) werin bicihanîn.

Bila biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn werin bicihanîn. Em li Tirkiyeyê biratî û aştiya Tirk û Kurdan diparêzin.”

Peyama ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê

Ozgur Ozel di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Sûriye û Rojavyê Kurdistanê jî û anî zimên ku ew dixwazin hemû pêkhateyên li wî welatî bibin xwedî garantiya destûrî.

Ozel wiha got, “Em dixwazin Kurd, Ereb, Durzî û Tirkmenên li Sûriyeyê bibin xwedî garantiya destûrî.

Hebûna demokratîk, aştî û aramiya Kurdên Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê garantiyeke mezin e.

Em dixwazin li ser sînorê xwe bi birayên xwe re cîrantiyeke birayane bikin.”