6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Pinar Aydinlarê hat birîn
Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh ceza li Pinar Aydinlarê hat birîn.
Aydinlarê got, “Dixwazin bi zorê min bikin endama rêxistinê.”
Hunermenda Kurd Pinar Aydinlar di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de dihat darizandin.
Rûniştina dozê li Dadgeha 13emîn a Cezayê Giran a Stenbolê hat lidarxistin.
Dozger xwest ku Aydinlar bi tohmetên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” were cezakirin.
“HDKyîbûn ne sûc e”
Pinar Aydinlarê tohmetên li wê hatine kirin red kirin û got:
“HDKyîbûn ne sûc e. Ez ne HDKyî me lê eger ez bûma jî min red nedikir.”
Aydinlarê derbarê parvekirinên xwe yên medyaya civakî jî wiha got:
“Min wêneyê Mehmet Şîrîn Aydinê ku li Parîsê hatibû kuştin parve kir û min tenê got ‘Bi rêzdarî’.
Ew hevpîşeyê min bû. Di wêneyê de ne ala heye, ne jî çek.
Ez çawa bi parvekirina wêneyê kesekî ku hatiye kuştin propagandaya rêxistinê dikim?”
Aydinlarê her wiha diyar kir ku ji ber konserên xwe tim diçe derveyî welêt û eger wê bixwesta bireviya, ew nedihat.
Cezayê girtîgehê û qedexeya derketina derveyî welêt
Dadgehê biryara xwe eşkere kir û ji ber “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê da Pinar Aydinlarê.
Her wiha qedexeya derketina derveyî welêt danî ser wê.
“Em dê îtiraz bikin”
Pinar Aydinlarê piştî biryarê got:
“Cezayê propaganda hat rakirin lê qedexeya derketina derveyî welêt hat danîn.
Hewl dan ku bi zorê min bikin endama rêxistinê. Em vê biryarê qebûl nakin û em dê îtiraz bikin.”