Hakan Fîdan: Divê Peymana 10ê Adarê ya bi HSDyê re were bicihanîn
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ragihand, “Bicihkirina Peymana 10ê Adarê ya ku bi HSDyê re hatiye destpêkirin dê tevkariyeke mezin li aramiya Sûriyeyê bike.”
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, di Lijne Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê de di çarçoveya hevdîtinên Budceya 2026an de axivî û nirxandinên girîng li ser rojevê kirin.
Fîdan di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û amaje bi “Peymana 10ê Adarê” ya ku di navbera Şam û HSDyê de hatiye îmzekirin da.
“Em piştgiriyê didin Sûriyeyeke ku hemû pêkhate lê bi aramî dijîn”
Hakan Fîdan diyar kir ku Sûriye di demeke kurt de ji bo vegera nav civaka navneteweyî mesafe qut kiriye û got:
“Em piştgiriyê didin Sûriyeyeke ku komên olî û etnîkî yên cuda di nav aramiyê de bi hev re dijîn.
Em dixwazin Sûriyeyeke ku Ereb, Kurd, Tirkmen, Sunî, Durzî, Nusayrî, Xiristiyan û Şîe hemû beş bi aramî lê dijîn bibînin.
Ji vî alî ve em bawer dikin ku bicihkirina Peymana 10ê Adarê ya ku bi HSDyê re hatiye destpêkirin dê tevkariyeke mezin li aramiya welêt bike.”
Fîdan bi bîr anî ku wî par di heman kursiyê de gotibû “Sûriye ji 8ê Kanûna Pêşîn ve ketiye serdemeke nû” û diyar kir ku vê serdemê ne tenê ji bo Sûriyeyiyan, ji bo aramiya hemû herêmê pencereyeke derfetan vekiriye.
Fîdan her wiha destnîşan kir ku wan bi welatên herêmê re hevahengî kiriye û piştgirî daye ku Amerîka û welatên Ewropayê bi birêvebiriya Sûriyeyê re têkiliyên avaker deynin.
“560 hezar Sûriyeyî vegeriyane”
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê li ser hejmara penaberên ku vegeriyane welatê xwe jî ev agahî dan:
“Ji dema rûxîna rejîmê ve nêzîkî 560 hezar birayên me yên Sûriyeyî yên di bin parastina demkî de bûn, bi awayekî dilxwaz, ewle û bi rûmet vegeriyan welatê xwe.
Ji bo ku vegera Sûriyeyiyên li welatê me mayînde be, bi piştgiriya civaka navneteweyî projeyên jinûveavakirin û bipêşxistinê tên lezkirin.”
Fîdan bal kişand ser çalakiyên Îsraîlê yên li başûrê Sûriyeyê û gefên “komên terorê” yên ku dixwazin ji pêvajoya derbasbûnê sûd wergirin jî.
Pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê
Hakan Fîdan di beşa axaftina xwe ya li ser Îraq û Herêma Kurdistanê de jî tekezî li ser hevkariya sazîbûyî kir.
Fîdan bi bîr anî ku bi Îraqê re 38 peyman hatine îmzekirin û di mijara avê û “Projeya Rêya Bipêşketinê” de gavên şênber hatine avêtin.
Fîdan li ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê wiha got:
“Em wekî Tirkiye ji nêzîk ve têkiliya di navbera Rêveberiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Navendî ya Bexdayê de dişopînin da ku aram be.
Aramiya vê têkiliyê bandorê li aştiya navxweyî, ewlehiya enerjiyê, pêşketin û ewlehiya li Îraqê dike.”
Fîdan diyar kir ku ew nêzîkahiya xwe ya bi Hewlêr û Bexdayê re bi kar tînin da ku têkiliyên her du aliyan bi hevsengî û aramî berdewam bikin.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê di dawiyê de hêvî kir ku hikûmeta nû ya Îraqê ya piştî hilbijartinan di demeke nêzîk de were avakirin.