Sirri Sakik bangî Fîdan kir: Li şûna Şamê herin Rojavayê
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partî yê Agiriyê Sirri Sakik, bangî Hakan Fîdan û got, "Li şûna ku hûn biçin Şamê, herin Rojavayê (Kurdistanê) û li gel birayên me yên li wir li hev bikin."
Sirri Sakik li Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê di hevdîtinên li ser budçeya Wezareta Karên Derve de axivî û behsa banga Abdullah Ocalan, pêvajoya çareseriyê û pêwendiyên bi Rojavayê Kurdistanê re kir.
Sakik beşeke mezin a axaftina xwe ji Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan re veqetand û bal kişand ser rola wî ya di serdema Serokê MÎTê de û pêwendiyên wî yên bi xelkê herêmê re.
"Xizmên we yên li Mûşê ji we re dibêjin 'Pismam'"
Sakik, sohbetên xwe yên bi xizmên Hakan Fîdan re yên li Mûşê veguhastin û bi van gotinan bangî Fîdan kir:
"Dema ez diçim Mûşê, bawer bikin xizmên we li wir hene. Her tim ji min dipirsin 'Pismamê me çi dike?'
Pismam yanî kurap, wisa ji we re dibêjin. Paşê vedigerin û dipirsin 'Apo çi dike?' Biraziyên we jê re dibêjin 'Ap'.
Dibêjin; 'Li şûna ku biçe Şamê, bila biçe Rojavayê.' Em jî we vedixwînin.
Li şûna ku hûn berê xwe bidin Şamê, yên ku divê hûn biçin cem wan birayên me ne; herin Rojavayê.
Li wê derê aştiyê pêk bînin, hiqûqa li wê derê ava bikin. Pêdiviya gelên Tirkiyeyê bi vê yekê heye.
Em nikarin bi nîvê gelê Kurd re li hev bikin û bi nîvê din re şer bikin."
"Li Silêmaniyê çek hatin şewitandin"
Sirri Sakik behsa pêvajoyeke nû kir ku ev salek e berdewam dike û diyar kir ku Abdullah Ocalan 27ê Sibatê manîfestoyek weşandiye û ji rêxistinê re gotiye:
"Em dev ji têkoşîna çekdarî berdidin, siyaset demokratîk esas e, em rêxistinê fesix dikin."
Sakik da zanîn ku rêxistinê guh daye vê bangê û got:
"Li Başûrê Kurdistanê, li Silêmaniyê rêxistinê got 'Em ji çekan re perestiyê nakin, dema çekan tijî bûye' û em bi hev re bûn şahidê wê pêvajoya ku çek hatin şewitandin."
"Di hevdîtinên bi MÎTê re hûn li pêşiya siyasetê bûn"
Sakik behsa pêvajoyên çareseriyê yên berê û hevdîtinên bi MÎTê re kir û helwesta wê demê ya Hakan Fîdan bi bîr xist:
"Eger pirsgirêka Kurdan pirsgirêka heqîqetê be, di hevdîtinên me yên bi MÎTê re em rûbirûyî tîmekê bûn ku gelekî li pêşiya cîhana siyasetê bûn.
Em wekîlên komekê ne ku dema xebatkarên MÎTê digotin '100 sal in neheqî li van Kurdan tê kirin' û dema li dijî we operasyon hat kirin (Krîza MÎTê ya 7ê Sibatê) em derketin vê kursiyê û me piştgirî da we.
Ji ber ku em li dijî kesên ku nexwestin pirsgirêka Kurdan bi awayekî aştiyane çareser bibe bûn. Niha çima hûn li paşiya wê rojê ne?"
"Dilê me li pasaportê germ nebûye"
Sakik di dawiya axaftina xwe de got "Divê em bi temamiya Kurdan re li hev bikin" û ji helbesta helbestvanê navdar Ahmed Arîf a bi navê "Adiloş Bebe" çend rêz xwendin:
"Ahmed Arîf dibêje; 'Em kirîv in, em bira ne, bi xwînê ve girêdayî ne bi gund û gomên hember re.
Em cîran in, mirîşkên me tevlihev dibin. Ne ji nezaniyê, ji xizaniyê, dilê me li pasaportê germ nebûye. Sûcê me yê ku dibe sedema qetilkirina me ev e.' Ez hêvî dikim û daxwaz dikim ku aştî were van axan."