Xwediyê kompanyeyeke avahîsaziyê dema hewl dida bireve derveyî Tirkiyê hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê xwediyê kompanyayeke avahîsaziyê ya Hatayê ku hewl dida bireve derveyî Tirkiyê li firokexaneyê hat girtin.

Piştî ereheja 6ê Sibata 2023an a Mereşê îhmalkarî û xemsariyên ku di çêkirina avahiyan de hatine kirin di rojevê de ye.

Di encama erdhejê de li bajarê Hatay ê Tirkiyê rezîdanseke 250 daîreyî jî piştî erdhejê hilweşiyabû ku ji aliyê kompanyaya Antîs Avahî ve di sala 2012an de hatiye avakirin.

Li gor zanyariyên di medyaya Tirkiyê de belavbûne roja Înê 10ê Sibata 2023an xwediyê wê kompanyaya avahîsaziyê Mehmet Yaşar Coşkun li Firokexaneyê Sabîha Gokçen a Stenbolê dema hewl dida bireve Qerebaxê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye girtin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag roja Înê 10ê Sibata 2023an di daxuyaniyekê de ragihand ku  lêpirsînên derbarê wan kesên ku di avakirina avahiyan de xemsarî kirine berdewam in û got, “Derbarê qedexeya derketina wan kesan bo derveyî welat de jî karên pêdivî tên kirin.”

Roja 6ê Sibata 2023an dû erhejên bi pileya 7.6 û 7.7 herêm hejand û li parêzgehên Bakurê Kurdistan û  Tirkiye bû sedema mirin û  birîndarbûna bi hezaran kesan.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca îro di demjimêr 21:42an de ragihand ku hejmara kesên ku di erdheja Bakurê Kurdistan û Tirkiyê de canê xwe ji dest dane gihîştiye 20 hezar û 213 kesan û hejmara birîndaran jî bo 80 hezar û 52 kesan zêde bûye.

Piştî erdhejê rexne gilî û gazin ji wê yekê dihatin  kirin ku avahiyên li navçeyên erdhejê saxlem nehatine çêkirin û piraniya wan ji ber vê sedemê hilweşiyane.

Li gor amarên fermî di wê erdhejê de zêdeyî 6 hezar û 200 avahî hilweşiyane.