Hakan Fîdan li ser Şingal, Mexmûr û Qendîlê daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li ser hebûna PKKyê ya li Başûrê Kurdistanê û Îraqê axivî.
Fîdan îdia kir ku di demeke nêzîk de dê li Şingal, Mexmûr û Qendîlê guhertin çêbibin.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan doh ji CNN Turkê re li ser mijarên i rojevê axivî.
Hakan Fîdan bal kişand ser rûdanên li Sûriyeyê û diyar kir ku piştî Sûriyeyê dor tê Îraqê û ew hêvî dikin ku li wê derê biryarên baştir werin dayîn.
"Pirsgirêk ji ya min bêhtir bûye ya te"
Fîdan pirsa "Gelo hebûna PKKyê ya li Îraqê jî dê bibe meseleyeke mezin?" wiha bersivand:
"Belê. Li Tirkiyeyê ti qadên ku dagir kiribe nînin lê belê berevajî vê yekê li Îraqê axake berfireh dagir kiriye.
Pirsgirêk ji ya min bêhtir bûye ya te. Tu (Îraq) çawa dewleteke xwedî serwer î ku tu wiha destûrê didî hebûna vê?
Ez difikirim ku di demeke ne dûr de dê li van deran (Şingal-Mexmûr-Qendîl) jî guherînek çêbibe."
Fîdan her wiha destnîşan kir ku ew dê li gel her hikûmet û serokwezîrê ku li Îraqê were hilbijartin kar bikin.