ENQERE - Ji girtîgehê bi destûr derket û dayîk, hevjîn û keça xwe kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Keçîorenê ya Enqereyê kesekî dayîka xwe, keça xwe ya 8 salî û hevjîna xwe ya ku di qonaxa hevberdanê de bûn kuştin û paşê jî xwe kuşt.
Hat zanîn ku Recep C.yê 35 salî Kanûna Pêşîn a 2025an ji girtîgehê bi destûr derketiye.
Recep C. li Taxa Kuşcagizê ya Keçîorenê dayîka xwe Azize C.ya 57 salî û keça xwe Azra C.ya 8 salî bi demançeyê kuştin.
Recep C. termên wan xistin bagaja otomobîlê û çû mala hevjîna xwe Beyzanur C.ya ku di qonaxa hevberdanê de bûn.
Recep C. hevjîna xwe jî kuşt û paşê jî bi heman demançeyê xwe kuşt.
Tîmên tenduristiyê piştî lêkolînên li cihê bûyerê cenaze ji bo otopsiyê birin Saziya Tiba Dadî.