Amarên nifûsê hatin eşkerekirin: Li hinek gundan tenê 1-2 kes dijîn

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) amarên nifûsa sala 2025an eşkerekirin.

Li gorî amaran, nifûsa Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sala 2025an li gorî sala berê 427 hezar û 224 kes zêde bû.

Nifûsa giştî ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gihîşt 86 milyon û 92 hezar û 168 kesan.

Hejmara kesên ku li navendên bajar û navçeyan dijîn wekî 80 milyon û 555 hezar û 475 kes hate tomarkirin.

Rêjeya kesên li bajaran dijîn sala 2025an derket ji sedî 93,6an.

Rêjeya kesên li gund û navçeyan dijîn jî ji sedî 6,6 daket ji sedî 6,4an.

Hejmara gundiyên li Tirkiyeyê bi rêjeya ji sedî 2,1 kêm bû û bû 5 milyon û 536 hezar û 693 kes.

Gundên herî qerebalix

Li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 456 gund hene ku nifûsa wan ji 1000î zêdetir e.

Gundê herî qerebalix ê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gundê Elifiyê Semsûrê ye ku 6 hezar û 681 kes lê dijîn.

Piştî wî gundê Karacaorenê yê parêzgeha Çanakkaleyê bi 6 hezar û 668 kesan û gundê Xosurgê yê parêzgeha Semsûrê bi 6 hezar û 268 kesan tên.

Her wiha gundê Mendeyê yê parêzgeha Uşakê bi 5 hezar û 946 kesan û gundê Samanliyê yê parêzgeha Yalovayê bi 5 hezar û 696 kesan di rêzên pêş de ne.

Li gorî amarên TUÎKê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 70 gund hene ku nifûsa wan 10 kes an jî kêmtir e.

Di 3 gundan de tenê kesek qeydkirî ye.

Ew gund ev in: Gundê Lêrdê yê Bedlîsê, gundê Tilê yê navçeya Misircê ya Sêrtê û gundê Zêdekê yê Îdirê.

Li gundê Dinikê yê navçeya Gêxiyê ya parêzgeha Çewlîgê 2 kes dijîn.

Li gundê Sorçikê yê navçeya Azarpêrtê ya Çewlîgê, gundê Şûkeyê yê Geverê û gundê Kalfalarê yê parêzgeha Kutahyayê nifûs tenê 3 kes e.

Her wiha li gundê Kemerliyê yê parêzgeha Şirnexê 4 kes û li gundê Cifanê yê Şirnexê jî 5 kes dijîn.