Derbarê Feleknas Uca de fezlekeya Kurdistanê
Hewlêr (Rûdaw) - Derbarê Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Feleknas Uca de, ji ber gotina “Kurdistan” fezleke hat amadekirin.
Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, ji ber gotina “Kurdistan” bikar aniye bi hinceta “handana gel bo dijminatî û kînê” fezleke amade kir û bo Parlamentoya Tirkiyê şand.
Di hinceta fezlekeyê de hatiye nivîsandin ku “herêmên welatiyên me yên bi nijad Kurd lê dijîn, ji aliyê Abdullah Ocalan ve wek Kurdistan hatiye binavkirin.”
Feleknas Uca, 12ê Temûza 2020ê li bajarê Aydinê yê Tirkiyê di çalakiyekê de gotinên “Li Egeyê, Marmarayê, li Kurdistanê, li hemû bajarên Kurdistanê û Tirkiyê me xwest em bigihin dayik, xwîşk û rêhevalên xwe...” bikar anîbûn.
Destpêkê Serdozgeriya Komarê ya Aydinê, ji ber gotinên “Kurdistan û bajarên Kurdistanê” fezleke amade kiribû, lê ji ber Uca parlamenter bû fezleke bo Serdozgeriya Komarê ya Enqerê hatibû şandin.