Bi dengê AKP û BDPê 'Komîsyona Pêvajoyê' hat pejirandin
Enqere (Rûdaw) - Pêşniyara Komîsyona Pêvajoya Çareseriyê ku pêşkêşî Meclisa Tirkiyeyê hat kirin, bi dengên AKP û BDP'ê hat erêkirin û biryara avakirina komîsyonê hat dayîn. Komên CHP û MHP'ê jî li dijî pêşniyarê dengê xwe bikar anîn û parlamento terikandin.
Pêşniyara Komîsyona Çareseriya Pêvajoyê ku duh ji bo pêşniyarên lêgerînê sibê ji bo 4'emîn pakêta darazê û roja pêncşemê jî Pêşnûmeya Guherînên di Zagona Di Dadgehên Usûla Hiqûqê de pêşkêşî Lijneya Giştî kir. Pêşniyara avakirina komîsyonê ji aliyê komên MHP û CHP'ê ve hat redkirin. Pêşniyara avakirina Komîsyonê bi dengê AKP û BDP'ê hat erêkirin û biryara avakirinê hat dayîn.
Parlamenterê BDP'ê yê Şirnexê Hasip Kaplan diyar kir ku, li Tirkiyeyê 30 salin şerek heye, ji bo êş, pevçûn, kuştin û mirin bi dawî bibin û pirsgirêk çareser bibe divê ev komîsyon bê avakirin. Kaplan da zanîn ku, ji bo çareseriyê ji bilî meclisê tu navnîşanê din tune ye û wiha got: "Ma ne cihê axaftina pirsgirêkan meclise. Ma ne cihê çêkirina zagonan meclise. Wê demê divê komîsyonê jî ava bike û ev komîsyon pirsgirêkê lêkolîn bike. Divê pirsgirêk eşkere bên axaftin. Ji her demê bêtir piştgiriya gel a pêvajoyê heye. Navnîşana çareseriyê meclise û divê kes ji vê yekê nereve.
Wekîlê Koma MHPê li parlamentoya Tirkiyê Oktay Vural li hemberî pejirandina pêşniyarê nerazîbûn nîşan da. Vural got ku ‘Em we û PKKê bi hev re dihêlin’ û ligel parlamenterên MHPê ji civata giştî ya parlamentoyê derketin. Piştre CHPê jî parlamento terikand.
Bi navê CHPê jî wekîlê koma CHPê Muharrem Înce piştî axaftinê ligel parlamenterên CHPê ji parlamentoyê derketin.
Piştî CHP û MHP ji parlamentoyê derketin, pêşniyar avakirina komîsyonê bi dengê BDP û AKPê hat erêkirin.
Komîsyon wê ji 17 endaman pêk bê û wê sê mehan xebatê bimeşîne. Ger pêwîst bike, wê komîsyon li derveyî Enqereyê jî xebatan bimeşîne.