ÎSÎG: Di mehekê de 148 karker li ser kar mirin
Hewlêr (Rûdaw) - Meclisa Tenduristiya Kar û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) ragihand ku di meha Adarê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 148 karkeran li ser kar canê xwe ji dest daye.
ÎSÎGê diyar kir ku 8 ji wan karkeran zarok bûne.
Meclisa Tenduristiya Kar û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) rapora xwe ya Adara 2026an a derbarê mirina karkeran eşkere kir.
Li gorî raporê, di 3 mehên destpêkê yên sala 2026an de hejmara karkerên ku canê xwe ji dest daye gihîşt 432yan.
Meha Kanûna Paşîn 155, meha Sibatê 129 û meha Adarê jî 148 karkeran canê xwe ji dest da.
Herî zêde mirin di sektora avahîsaziyê de ye
Meha Adarê herî zêde di sektora avahîsaziyê de karkeran canê xwe ji dest daye ku hejmar 26 karker in.
Her wiha sektora veguhastinê jî bi candana 23 karkeran di rêza duyem de ye.
Piştî wê jî sektora çandinî û daristanê tê ku 21 karkeran canê xwe ji dest daye.