Karvedanên peyama Ocalan berdewam in

Stenbol (Rûdaw) - Piştî belavkirina peyama Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)  yê zîndankirî Abdullah Ocalan bi rêya parêzerên wî, careke din destpêkirina proseya aştiyê li Tirkiyê ketiye rojevê û şîroveyên cuda ji bo peyama Ocolan têne kirin.

 

Piştî hevdîtina Rêberê PKKê Abdulah Ocalan li gel parêzerên wî, behsa destpêkirina proseyek nû ya aştî û çareseriyê bûye mijareke germ.


Hinek aliyên siyasî, siyasetvan û herwiha akademîsyenan dema belavkirina peyama Abdullah Ocalan û hilweşandina encamên hilbijartina Stenbol bi hev ve girêdan, ku peyam bo wê yekê bûye dengderên Kurd ên Stenbolê vê care dengê xwe bidin berbijêrê AK Partiyê û pişta xwe bidin berbijêrê CHPê.


Medya û şirovekarên nêzikî hikumetê dibêjin PKK banga Ocalan red dikin.


HDP tekez dike ku armanca sereke ya peyamê ew e ku ew rijd in li ser berdewamiya xebata siyasî bi awayekî aştiyane, daxwaz jî ji hemû aliyan dike ku kar ji bo bihêzkirina binemayên demokrasî, wekhevî û aştiyê li welat bikin.


Ocalan piştî 8 salan bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî. Dawîn hevdîtin di 11 Îlona 2016an de bû. Hevdîtin li Tirkiye bû sereketirîn rojev.


Ocalan di daxuyaniya xwe ya kurt de 3 peyaman radigihîne wkî: Mangirtin û rojiya mirinê,  geşedanên li Rojavayê Kurdistan û Sûriye û pirsa Kurd li Bakûr û Tirkiye.


Rêberê PKKê çalakvanên mangirtinê silav dike û nabêje dawî lê bînin, lê  ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dibêje hesesiyetên Tirikye bihesibînin.


Rojnameger Amberîn Zaman behsa peymaneke di navbeyna MÎT û HSDê de dike û li gorî Zaman MÎT du caran bi Ocalan û Mazlûm Kobanê re civiya ye.


Ji aliyê din ve beşeke Kurdan berteg nîşan didin ku Ocelan behsa hesesiyetên Tirkiye dike.