Li Stenbolê krîza geştyariyê: Rezervasyon yek bi yek tên betalkirin

Stenbol (Rûdaw) - Li gorî amarên şirketa analîtîk a hewageriyê ya Brîtanyayê Ciriumê, ji ber şer û bihabûna sotemeniya balafiran, meha Gulanê 13 hezar seferên balafiran hatin betalkirin.

Her wiha gelek şirketên firokevaniyê bilêtên xwe biha kirin.

Stenbol di rêza yekem de cih digire ku herî zêde seferên balafiran lê hatine betalkirin.

Lê tevî betalkirina rezervasyonan û pirsgirêkên şirketên hewayî, amarên fermî nîşan didin ku hatina geştyarên biyanî ya ber bi Tirkiyeyê ve didome û hejmar her ku diçe zêde dibe.

Li Stenbolê rezervasyon tên betalkirin

Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê ji destpêka şerê Îranê ve gelek rezervasyonên geştyaran ji ber metirsiya şer hatine betalkirin.

Îsmaîl Îtmenê 65 salî ku ev 31 sal in li Aksaraya herêma geştyarî ya Stenbolê dixebite, diyar kir ku ji ber aloziya heyî derdora ji sedî 30 karê wan rawestiyaye.

Xwediyê şirketa geştyariyê Îsmaîl Îtmen got, “Geştyar ji ber sedema 'şer' naxwazin werin Tirkiyeyê.

Jixwe ji ber betalkirina seferên balafiran jî gelek kes nehatin. Berê bazara me ya Rojhilata Navîn gelekî geş bû.

Lê piraniya wan geştyarên ku berê ji Dubaî, Îmarat û Rojhilata Navîn dihatin, êdî nayên.

Herî dawî komeke 35 kesî ji Letonyayê û 32 kes jî ji Rûsyayê dê bihatina lê wan rezervasyonên xwe betal kirin.”

Bandora şer li ser otel û şirketên geştyariyê

Li gorî amarên Ciriumê, ji ber şerê li Rojhilata Navîn û bilindbûna bihayê sotemeniya balafiran, meha Gulanê 13 hezar seferên balafiran hatin betalkirin.

Ev rewş herî zêde bandorê li otêl û şirketên geştyariyê dike.

Birêvebirê Otêla Santrayê Mutlu Eyupoglu li ser mijarê got, “Meha Sibatê me rezervasyonên xwe ji berê ve didîtin.

Lê ji ber şer ji sedî 10 heta ji sedî 20 rezervasyonên me hatin betalkirin.

Her wiha mêvanên ku em wan ji nêzîk ve nas dikin jî rezervasyonên xwe yên ji bo otêlê betal kirin. Ji ber şer em rewşa wan fêm dikin.”

Xwediyê şirketa geştyariyê Resul Kaymak jî wiha axivî, “Ji ber şerê li Îranê xelk gelekî ditirse were Tirkiyeyê.

Ew geştyarên ku berê dihatin Tirkiyeyê niha nayên vir. Gelên welatên Ereb û Ewropayê ditirsin.

Gelê Tirkiyeyê jî ditirse here cihekî din û bazirganiyê bike. Ji ber vê yekê ji sedî 30 rezervasyonên me hatin betalkirin.”

Hejmara geştyaran tevî krîzê zêde dibe

Tevî betalkirina rezervasyonan û pirsgirêkên şirketên firokevaniyê, amarên fermî nîşan didin ku hatina geştyarên biyanî ya ji bo Tirkiyeyê didome û hejmar her ku diçe zêde dibe.

Li gorî amarên Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirkiyeyê, 3 mehên ewil ên sala 2026an, hatina geştyarên biyanî ya Tirkiyeyê li gorî sala par ji sedî 2,2 zêde bûye û gihîştiye 6 mîlyon û 837 hezar û 257 kesan.